Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê sersaxî ji malbata şehîd Zekî Şengalî re xwest.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Zekî Şengalî li Şengalê hatiye vegirtin kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Şande ji, hevserokê Desteya Karên Derve Ebdilkerîm Umer, cîgirê Serokatiya Meclîsa Rêveber Hisên Ezam û hin endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk dihat. Şande ji aliyê komîteya pêşwazîkirinê ve hate pêşwazîkirin.
Di nava şandeya Bakurê Sûriyê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û hevserokê Buroya Têkiliyan a MSD`ê Xerîb Hiso axivin. Di axaftinan de hate tekezkirin ku dewleta tirk a dagirker sînorê Sûriyê û Iraqê binpê dike û bi vê yekê zagonên navdewletî jî binpê dike û armanca wê ye ku projeyên demokratîk li herêmê têk bibe.
Di nava axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ku herêmê dagir bike, îradeya gelê azadîxwaz, demokratîk û xwestekên wan ên jiyana hevbeş bişikîne lê dema ku armancên wan pêk nehatin dest bi êrîşên li ser herêmê kir û mînaka wê, êrîşên li ser Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê û Şengalê ye.
Di axaftinan de hate diyar kirin ku Şengalê ji ber kiryarên sîstemên desthilatdar û terorê gelek zehmetî ditîn, niha jî projeya xwe ya demokrtîk ava dikin û Erdogan û çeteyên xwe ti carî nikarin îradeya gelê berxwedêr û têkoşer bişkîne…ANHA