Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li başûrê Kurdistanê eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser operasyon û şerê rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 19’ê Tebaxê saet 06:20’î li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li dora Girê Bayrakê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, 2 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa TC a dagirker roja 17’ê Tebaxê li derdora gundê Muşanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker heman rojê bomberdûmaneke giran li derdora gundê Muşanê barand. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn.
Şeva 17’ê Tebaxê li herêma Herekolê ya Sêrtê yekîneyeke me ya ku bi erka xwe radibû û leşkerên artêşa TC a dagirker li hev rast hatin. Hêzên dagirker ku nekarîn li dijî hêzên me şer bikin, bi helîkopteran, obus û hawanan bombe li herêmê barandin. Şerê li vê derê di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de derket heta sibeha 18’ê Tebaxê dewam kir. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyên me Bawer û Hakî yên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin û hevalê me Aras ê bi giranî birîndar bû, ji bo dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bûn.”