TEV-DEM’ê cejna Qurbanê li hemû gelê Sûriyê, gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir. TEV-DEM’ê banga vegerê li hemû koçberan û di nava wan de welatiyên Efrînê kir û got: “Veger ji vebijêrka rizgarkirina Efrînê tune ye.”
Bi boneya cejna Qurbanê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da cejn li hemû gelên Sûriyê, gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
“Ji ber aloziya Sûriyê û pêknehatina çareseriyê gelên Sûriyê cejna Qurbanê di rewşeke bi êş de pêşwazî dikin. Hê jî gelek alî hewl didin şerê navxweyî gurr bikin û di bin navên cûda de hewl didin terorê biparêzin. Em baş nas dikin ku diyalog beşekî girîng ji bo çareseriyê ye û em hewl didin pêk bînin.
Ev cejna duyemîn e welatiyên Efrînê li derveyî Efrînê derbas dikin û dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hê jî destdirêjiya xwe li Efrînê didomînin. Welatiyên Efrînê di kampên kantona Şehba de rewşeke dijwar derbas dikin. Mixabin niha miletekî resen li derveyî axa xwe dimîne û li hemberî wê civaka navnetewî jî hê jî bêdeng e.
Em weke Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê cejna Qurbanê li hemû gelê xwe û di serî de li malbatên şehîdan pîroz dikin. Bi vê boneyê em bang dikin ku hemû koçber vegerin mal û warên xwe û di serî de welatiyên me yên Efrînê. Em bi hêvî ne ku her kesekî xwedî rol bi berpirsyariya xwe rabe û bi erka xwe ji bo çareseriyê û xizmeta gelê Sûriyê pêk bîne.
Dagirkeriya Tirkiyê weke xencereke jehrî di canê Sûriyê de ye û divê ji bo derxistina wê bikevin nava tevgerê. Armanca Tirkiyê ew e ku komên çete yên li Sûriyê biparêze û di bin navên cûda de tabûrên nû ava dike.
Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya berxwedanê berdewam bikin û rizgarkirina Efrînê û vegerandina welatiyên wê biryara me ye û ne pêkan e em ji vê biryarê vegerin. Xwedî derketina me li çareseriyê û xebatên diyalogê girêdayî rizgarkirina Efrînê ne, da ku daxwazên giştî pêkhateyên gelê Sûriyê pêk werin. Ji ber ku Efrîn vebijêrKa çareseriyê ji bo hemû welatiyên Sûriyê ye, rizgarkirina wê jî berpirsyariya Sûriyê ye.”