Helbestvan behremendiya keviran bi dev û lêv kirinê dide nîşandan û ji tîna avê lêv li wan dide qelaştin. Di kesandinê de behremendiyeke hêjayî wesifandinê ye ku bi helbestê daye xwarin ku pir zû bala me nakişîne.
Di demên dawîn de li gel zor û zehmetiyên pêvajoya siyasî ya ku di asta faşîzmê tê jiyîn Weşanên Aryen bi dilêrî û bi hestiyariya xwe balê dikşîne ser xwe. Di hêla edîtoryal de mora xwe li xebatên hêja dixe.
Yek ji xebatên weşanxaneyê “Ava Tî” ya Ahmedê Bilokî ye. Bawer im ku ew ê di hela edîtorî de bala pisporên vî karî bikşîne. Lê di der barê helbestê bixwe de dixwazim çend gotinên kirdewar bînim ziman.
“Ava Tî” ji yek helbestan e ku navê xwe li pirtûkê jî kiriye. Helbest bi rêbaza serbest hatiye nivîsandin. Helwesta ravêkerî, lêpirsîner û cih cih wesîfîner di nav hev de hatiye bikaranîn. Bi dubarekirinan, bi dijberiya peyvan xwestiye rîtmekê li helbestê bike û wateyên nû biafirîne.
Helbet di helbestê de wate wateyek zanistî nîn e. Wate di helbestê de rabihîstinî ye, bîrbirînî ye. Ji bo vê jî helbest navê pirwateyiyê ye. Pirwateyî bi peyvên hatine giyanwerkirin, sembol û metaforên binhişiya civakî dikare were afirandin. Helbestvan encax dikare bi vî awayî helbestê ji binhişiya kesayetê rizgar bike û têrwateyî di helbesta wî de rû bide.
Helbest bi tenê ne bi tiştên ku hatine gotin helbest e. Bi heman awayî ew bi tiştên ku venegotiye, peyvên ku li derveyî vegotinê hatine hiştin jî helbest e.
Di “Ava Tî” de ev du xal jî balê dikişînin. Di “Ava Tî” de behsa berxwedana duwanzde berxwedêrên li Şengalê nayê kirin lê em dibihîzin ku ew li wir in. Behsa zarokên ku ji ber şîr hatine girtin û terkî mirinê hatine kirin nake lê em wan dibînin di berpalên Şengalê de, li ber qêleya havînê. Em şervanên jin û mêr tê de dibînin û her yek dibe bişirandinek û ruhê me yê kelogirî dinixême.
Ahmedê Bilokî, avê weke semboleke dewlemend ku bingeha heyînatiyê dixe asoyê helbesta xwe û helbestê li ser av û tîbûnê ava dike. ‘Av avahî ye’. Di zimanê me de wisa bi cih bû ye. Pakî ye, paqijî ye, ezîzî ye.
Di mîtolojiya Sumeran de heyîn ji avê tê destpêkirin. Hemû xweda ji avê diafirin. Av dêxweda ye. Di mîtolojiya Babîlan de stargeha Mardûk ku mirov dibîne meyla Mardûk bi vî awayî li malzaroka dayikê ye. Malzarok jî derya ye, av e. Di teorîya peresînê de jî av destpêka jiyana giyanwer e.
Di felsefeya xwezayê de cihê xwe di nav ‘Enasirî erbaa’ de digire. Di têgihiştina heyînatiyê ya tasawifê de heyînatî weke çemekî tê dîtin. Çem ji jor ve yanî ji heyînatiya mutlaq ber bi jêr ve dinizile. Ew çem encax di kesayeta xelîfeyê heyberan de (însan) dikare bixurice jor.
Axirê “av” di vegotina Ahmedê Bilokî de xwedî nirxeke wateyê ya erênî ye. Lê “tî”bûn bi nirxekî neyînî li avê serwer dibe. Bi vî awayî ji serî heta dawî “tî”bûn di bîra me de dimîne û helbestvan jî her tim vê tîne bîra mirov. Ger ku av tî be, av kêm e. Ne temam e. Tîbûn tê wateya pêwistî bi tişta kêm di kesayetiya avê de. Bi vî awayî av ji pîroziya xwe dikeve. Ava heyatê, ava zemzemê, ava bêmiriniyê… Av êdî tî ye. Bi dijberiya “av” û “tî”bûnê wateyeke nû tê afirandin. Bi vê dijberiyê kêşandina avê pêk tê.
Bi tîbûna avê pirosesa heyînatiyê di kesayeta civaka Ahmedê Bilokî de diqurife. Helbesta wî ya dirêj di navbera trajediya Şengalê û destana Kobanê de dibe pireh.
Ji tîbûna avê helbestvan ji pertav dikeve. Tîbûn tîbûna wî ye û tîna wî bi peyvan naşikê. Ji bo vê jî gelek peyvan dubare dike, gelek qalibên hevokan diceribîne. Ji ciyekî pê ve jî helbestê xwe bi leylanan dinivîse. Tîbûna avê bûye tîbûna helbestê, ya helbestê bûye ya helbestvan, ya helbestvan dibe ya xwîner. Tew mirov qet lê hay nabe, tew jiber xwe ve bêagahî… Û tîbûn dibe tîbûna keviran…
“av tî dibe
lêvên keviran diqelişin
îskana meyperestan diderize”
Helbestvan behremendiya keviran bi dev û lêvkirinê dide nîşandan û ji tîna avê lêv li wan dide qelaştin. Di kesandinê de behremendiyeke hêjayî wesifandinê ye ku bi helbestê daye xwarin ku pir zû bala me nakişîne. Ne bi tenê wate nixumandin xuyangê jî bi mijeke tenik dinixême. Ji xwe kurahiya helbestê jî dikare bi vî awayî were naskirin.
“Ava Tî” ji ciyekî bi şûn ve dibe dirûşmeyeke di lehê jinê de, dibe tesfîr, dibe pênase… Aha ji vir û şûn ve mirov dikare giraniya sembolê bibîne, ku semboleke ji binhişiya civakî çawa li qeraxên binhişiya helbestvan xistiye.
Di emcamê de tîna avê dişkê. Lê em vê nabînin. Çima, çawa, li ku û bi çi tîbûna avê dişikê em lê serwext nabin. Belkî tercîhek e, belkî pêwistiya qedandinê, belkî terkandina helbestê ye. Lê xwezî mirov bizanibûna bi çi û çawa tîna avê şikest. Gelo bi avê, an bi hewayê an bi agir tîna avê şikest an bi hêsirên dayikekê, bi xwîna ciwanekî/ê tîna xwe şikênand. Lê em bi rêzikên rûpela dawiyê têdigihîjin ku tîna avê şikestîye, lê em her tî dimînin.
Wisa dibêje:
“xwestin dîsa
min û te vexwin
lê nikarîbûn
lê nikarîbûn
lew êdî pêsîrên te
ne tazî bûn
ger careke din av
TÎ BIBE
û em careke din bibin
TÎWARÊN TE…”
Piştî ku mirov van rêzikan dixwîne xweziyek li mirov peyda dibe û mirov bê hemdê xwe dibêje, “Xwezî wisa neqediyabûna.”
Helbesta Ahmedê Bilokî dişibe spîndarên berî li asîmanan û bi weza her bayî xuşînî bi pelçimên wê dikeve: Pelçim dicirifin, diçirisin..