Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşangeha Şêwekariyê bi 54 tabloyên hunerî hat vekirin

28/11/2024
in NÛÇE
A A
Pêşangeha Şêwekariyê bi 54 tabloyên hunerî hat vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, bi durşmeya “Em bi rengê xwe jiyanê dixemilînin” û tevlîbûna 54 şêwekaran yekemîn Pêşangeha Şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir.

Bi armanca pêşxistina asta şêwekarî û şêwekarên kantona Cizîrê, pêşangeheke tabloyên hunerî bi dirêjahiya 3 rojan ji aliyê Desteya Çandê ve bi amadebûna endam û nûnerên Rêveberiya Xweser, hunermend, şêwekar û rewşenbîran hat destpêkirin.

Berî ku tablo werin pêşandan, hemû kesên amade tevlî xuleyeke bêdengiyê bûn. Piştî wê bi navê Rêvebreiya Xweser Mariya Aho girêdayî lidarxstina pêşangehê wiha anî ser ziman: “Bi darxsitina vê pêşangihê, soza afrîneriya hunerî tê berdewamkrin. Ev yek jî dikeve ser milê kesayetên afrîner. Em vê pêşengehê bi dilxweşî pîroz dikin û ji hemû destekdayînên ku dikevin xizmeta hunera civakê re her tim amade ne.” 

Piştî wê jî endamê komîteya amadekar a pêşangehê, Ebdilmecîd Xelef derbarê pêşangehê de wiha got: “Me têkilî bi şêwekar û saziyên xwe yên hunerî re kirin û di encamê de 54 kesên şêwekar tevlî bûn. Armanca me ji Pêşangeha Şêwekariyê ew e ku em bibin destekek ji şêwekearên kantona Cizîrê re. Herwiha nasnameya civaka xwe bi riya hunerê bidin xuyakirin. Ji ber ku em deyndarên şêwekariya xwe ne, em ê her tim hewldanên xwe dikin ku bi rengekî estetîk, rih û şêweyê jiyana civaka xwe bidin pêşandan.”

Piştî vê axaftinê, wêneyên şêwekaran hatin pêşandan. Hate diyarkirin ku tabloyên hunerî yên hatin pêşandan girêdayî xwezayê, jina kurd, dayîk, hunera şoreşgerî, welat û hwd… bûn. Hêjayî gotinê ye ku nêzî 30 jinên şêwekar tevlî pêşangehê bûne.

Pêşangeha Şêwekariyê her sê rojan ji seet 10’ê sebehê heya 2’yê piştî nîvor, hem jî ji 4’ê êvarê heya 8’ê êvarê didome. Di roja 3’an û dawî de li gel pêşandana tabloyan, wê ahengên hunerî ji hêla hunermend Sumeya Muhemed, Danîş Botan û Şêxmûs Doxan ve bên lidarxistin. Herwiha di seet 5’an bidawî dibe û wê di roja dawî de sipasname li hemû şêwekaran werin belavkirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.