Navenda Nûçeyan
Wezareta Geştiyariyê û Şûnwaran a Misrê raghand ku li herêma bejahiya rojavayê bajarê Eqserê li Misirê, goristaneke kevinar ku dîroka avabûna wê vedgere serdema Reamîse(Remsîs) hat vedîtin.
Şandeyeke ya şûnwaran a Holendî li bajarê Eqserê başûrê Misirê, goreke nû ku navê wê “Basir” e dema ku ew herêm dihat kolandin, hat dîtin. Li gorî ku Wezareta Geştiyariyê û Şûnwarên Misrê diyar kir şandeya şûnwarên Holendî li Cebana Teyba dixebitî, bi serokatiya Dr. Karina Van Den Hoeven, ji zanîngeha Leidenê, di heman demê de gorîstan li herêma jêrîn ya Şêx Ebdulqerne ya bejahiya rojavayê bajarê Eqserê hat keşf kirin.
Wezîrê Geştiyariyê û Şûnwarên Misrê Şerîf Fethî tekez kir ku hewldanên şandeyên şûnwarî ku li Misrê dixebitin, dê dibe alîkar di keşfkirina sirên şaristaniya Misrê yên kevin, herwiha destnîşan kir ku ev yek dê cihê Misirê wekî navendek cîhanî xurt bike.
Gorîstana ku hatiye keşfkirin li Rojhilatê gorîstana Teyba ya hejamara 45 e, tîma ku dixebite projeyeke lêkolînê û meydanî ji sala 2018’an ve bi hevkariya Wezareta Geştyariyê û Şûnwaran, bi armanca bicih anîna bernameyên parastinê û rêvebirina metirsiyên li herêmê, pêk tîne.
Dema ku gorîstan dihat lêkolînkirin, hat naskirin ku ev gorîstan ya kesekî ye navê wê Basir e û li gorî şêwaza hunerî ya nivîsên li ser gorê, dibe ku ew vedigere serdema Reamîse.
Wezaretê tekez kir ku tîm dê xebata xwe ya lêkolîn û belgekirinê di nav goristanê de bidomîne, bi armanca naskirina kesên ku li wir hatine veşartin û ji nû ve avakirina nasnameyên wan ên kesane, digel lêkolîna goristanê di çarçoveya wê ya dîrokî û arkeolojîk de, ku dê bibe alîkar ji bo gihaştina têgihîştinek kûrtir a têkiliya di navbera goristanên herêmê û jîngeha hawîrdora wê, di heman demê de balkişandina li ser pêşketina dîrokî û çandî ya herêma jêrîn a Şêx Ebdulqurne.
Şêwayê gorê
Li gorî şêwaza hunerî ya cihêreng a nivîsên neqişandî yên li ser gorê, pispor bawer dikin ku ew vedigere serdema “Reamîse”, ku di navbera her du malbatên nozdeh û bîstan dirêj dibe.
Gor li rojavayê cihekî goristanê yê naskirî ye, ew girêdayî şêwaza kevneşopî ya gorên Teyba ên ji serdema Dewleta Nû (1570-1069 BZ) ye.
Arkeologan di hewşê de çend taybetmendiyên mîmarî keşf kirin, hewşek derve ku ber bi cihekî nimêjê ve ku li ser kevir bi şiklê “T” ya berevajîkirî ve diçe û odeyên goristanê binê wê hatine kolandin. Herwiha di nav wan de kursiyek ji kelpîçên heriyê ku dibe ku ji bo tesbîtktiina tabloya cenazeyê hatibe bikar anîn, derenceyek ku ber bi derî ve diçe. Li hundir, neqşên bi navê “Basir” ku wî nîşan didin ku di perestgehan de ji cûrbecûr xwedayan nimêj dike, herwiha bi jina xwe re li ber maseyek qurbaniyan rûniştiye.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Karina Van Den Hoeven, seroka şandeyê ji Zanîngeha Leidenê, piştrast kir ku şande dê di demsalên pêş de dest bi xebatên xurtkirina avahîsaziyê, lênêrîn û sererastkirinê li ser xemlên rengîn ên di gorê de pêk bîne, hêviya xwe anî ziman ku xebata xwe li wir bidomîne û di demsalên pêş de bêtir vedîtinên arkeolojîk bi dest bixe.






