Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jina bi navê Fatima Ehmed bi çêkirina karên destan ji tayên hirî û pembo, çand û hunera destan a Kurdewarî diparêze û derdora xwe dixemilîne, tevî hemû zehmetiyên ku derket pêşberî wê jî, pîşeya ku wê ji zarokatiya xwe ve mîras girtibû, bi hezkirin diparêze.
Karên hunerên destên jinan bingeha parastina çand, nasname û hunera kurdewarî ye. Jin ji dema berê ve heya roja îro hîn bi hunerên xwe ve girêdayî ne û hunerên xwe di nava civakê de belav dikin. Her jinek xweşikbûnekê bi destê xwe diafirîne û her afrandinek xwedî xweşikbûneke xwe ya cûda ye.

Fatima Ehmed jî yek ji wan jinan e ku di çil saliya xwe de bi tiliyên xwe yên jêhatî, her tiştên mîna ji cil û berg bigire heya zincîrên mifteyê, şal û guldesteyên gul ku bi tayên pembû di navbera destên xwe de bi rengên geş û bi karanîna tûj û derziyên dirûnê wan vediguherîne berhemên hunerî yên cihêreng.
Wê diyar kir ku nayê bîra wê kî ev huner fêrî wê kiriye, ji ber ku ew bi temaşekirina kombûnên jinan û şîşên hirî yên ku di destên wan de direqisin mezin bûye û got: “Dayika min ji bo me çekên hirî çêdikir in. Di dema berê de kombûnên jinan qet bê hunerên destan û dirûnê hirî nebûn û ji ber wê ez bi hezkirina hirî û rengên wê mezin bûm ku êdî min dirûnê li dû dirûnê fêr bûm.”
Di dema xwe ya vala de, wê ji bo derbaskirina demên xwe bi dirûnê hirî didît û her ku roj derbas dibûn, wê dest bi çêkirina perçeyên hirî ji bo malbat û cîranan kir, bi şertên ku hirî ji hêla wan ve were peyda kirin, lê di wê demê de wê tu perçe nefirot û beşdarî tu pêşangehan nebû.
Wê di gotineke xwe de wiha anî ziman”Cîranê min min şîret kirin ku ez tiştên ku ez çêdikim bifroş im, ji ber vê yekê min biryar da ku beşdarî projeyên piçûk bibim û bi vî rengî min dest bi çêkirina berhemên xwe kir. Min dest bi firotina perçeyên ku ez amade dikim kir û ez serbilind im. Tiştên ku ez çêdikim ji hêla mêvan û mirovan ve baş hatin e pêşwazîkirin, ku ev yek min teşwîq kir ku ez bêtir fêr bibim.
Hirîya ku li ser medyaya civakî belav dibe ne weke hirîya li Qamişlo an li Sûriyeyê peyda dibe, ku ev yek Fatima neçar dike ku tenê tiştên peyda bikar bîn e, ji ber vê yekê wê hîs dikir ku perçe dişibin tiştên ku wê di xeyalên xwe de parve dikir.
Bi bilindbûna buhayê hirî û kêmbûna rengên wê re, zehmetiyên ku ew di karê xwe de pê re rû bi rû dimîne zêde bûn e. Fatima da xuyakirin ku hin kes hene ku rengekî taybetî dixwazin, lê ew li sûkê peyda nab e, ji ber ku sûkên li vir tenê celebên bingehîn peyda dikin û dibe ku hin ji wan xilas bibin. wê di dema berê de tayê hirî bi kêmtirî nîvê buhayê wê yê niha dikirî, lê niha jê re hinekî zehmet e.
Her ku dem diçe jî ew pirojeyên xwe zêde û xweşiktir dike da ku bala her kesî bikişîne. Ew dixwaze her tiştî bi ked û daxwaza xwe çêbike.
Di her pirojeyeke karê destê wê de jiyana dema berê di nava civakê de vedigerîne. Jin bi ked û hunerên xwe yên dema berê navdar in, her jinek bi civak û kevneşopiyên xwe tê xuyakirin ku heya roja îro jiyana wê demê ji nû ve vedigerînin û diafirînin. Fatima heya vê rojê jî terka huerên xwe nekir, ji ber dixwest ku keda hunerên destên jinan tu carî neyê windakirin.






