Ayşa Silêman/Qamişlo
Îro li Parka Azadî a bajarê Qamişlo roja 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê bi coş û hestekî gerim, bi amadebûna girsya gel hat pîrozkirin.
Di destpêka şahiyê de bi xêrhatina hemû mêvanan hat kirin û şahî ji bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan dest pêkir.
Paşê li ser navê PYD’ê Perwîn Yûsiv axivî û salvegera 46’an li Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “ Dijminan hemû hewildanên xwe kirin ku gelê kurd qir bikin, lê bi fikir û ramanên
Rêber Apo em gihan vê astê û gelê kurd karî xwe isbat bike, bibe xwedî piroje û muhrên xwe li dîrokê xist. Ev doz bû doza hemû netewan. Rêber Apo tevî 4 sal in dibin tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin, lê ew herdem moral dide me. Nexşereya ku ev 13 sal in Rêber Apo ji bo me diyar kirye, em ê hertim xwedî li vê dozê derkevin, em ê li derdora Rêberê xwe bibin xelekek ji agir û em ê wî rizgar bikin”
Di berdewamiya şahiyê de koma şehîd Hogir beşek hunerî pêşkêş kir.
Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî û wiha got: ”Em şehîdên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Cejna vejînê li Rêber Apo pîroz dikin. Dendikek ji dendikên jiyanê bû dema Partiya Karkerên Kurdistanê hat ragihandin, ev yek jî bi saya fikr û ramanê Rêber Apo ye, ku îro roj dijmin ji navê Kurdan ditirsin û çokên wan ditevizin. Lewma dewleta Tirk xwe bi firokên xwe têr dike lê gelê kurd xwe bi felsefeya Rêber Apo têr dike. Gelê kurd gavên mezin avêtin û zincîra koletiyê qetandin, di heman demê de bûne kelemek di riya dijmin de.”
Di heman demê de Giropa Gere Stêrik a Xweser bi dengê jinê salvegera 46’an li Rêber Apo, Gêrîlayên azadiyê û hevalên hebs û zindanan de pîroz kirin.
Paşê Koma govendê ya Hesekê bi stran û filklorê Kurdî salvegera Pkk’ê li Rêber Apo û Gêrîlayên serê çiya pîroz kirin di heman demê de koma Tolhildan ji bajarê Hesekê roja vejînê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û Gelê Kurdistanê pîroz kirin. Hunermendê Ereb Tariq bi hestên gerim ev roj li Rêber Apo pîroz kir û bi stranên erebî govend gerand. Şahiya salvegera PKK’ê bi tilêliyên dayîkan bi dawî bû.






