Di bin durûşmeya “Werin em bi hevre xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin” bi pêşngitiya Kevna Zêrîn a dibin siya TEV-ÇAND de bi berşarbûna 60 koman ji Pêkhateyên Ereb û kurd dê 4.Mihrîcana Zarokan li ser asta Hrêma Cizîrê di 1’ê meha Îlonê de li ser 6 rojan Rimêlan û 3’ê rojan li Serê kaniyê bê li darxistin.
60 KOM BEŞDARÎ MİHRÎCANÊ BİBİN
Endama Komîteya Amedekar a 4.Mihrîcana Zarokan Sûad Feqa derbarê amedekarî, beşdarbûna koman û armanca mihrîcanê ev agahî da: “JI bo amedakriyên 4.Mihrîcana Zarokan komîteyek ji 6 Endamên Ç
and û hunerê hatine avakirin û xebatê ku komîte daye meşandin û pilan kiriye evin: “Ev zêdeyî heftiyekê ku komîte serdana navendan kir û xebatên amedakariyên koman ji ho
mihrîcanê şopand, her wiha ji bo beşdarbûnê ji hemû navendê li Herêma Cizîrê tevlî bûn e 60 kom, her wiha du navendên pêkhateyên Erbe jî Til Koçer û Til Hemîs jî tevlî bûn, di heman demê de jî Weqfa Jına Azad a Rojava û koma Şingal bi du grban koma Govend û şano wekî mêvan beşdarî mihrîcanê dibin.”
MİHRÎCAN Û PÊŞENGEH Bİ HEVRE BÊNE LİDRAXİSTİN
Sûad da zanîn ku hersê beşê hunerî (Şano, dîlan û mûzîk) dê li gorî rihê zarokan be û wiha got: “Şano li gorî rihê zarokan, 4 mûzîk yek filklor û yêdin jî li gorî rihê zarokan be, di heman demê de jî dema ku ji şan
o, dîlan û mûzîk re hatiye veqteandin nezêdeyî 20 xuleyan be, her wiha govend jî herêmî û tabloyên zarokan. Ya girîng di mihrîcanê de ku dê di hundirê fistîvalê de pêşngeha hunera destan jî dê bê pêşkşêkirin, çend navendên ku beşdarî hunera destan bibin evin (Til Koçer, Til Hemîs, Xira û Dirbêsiyê beşdar bibin.”
MİHRÎCAN DİYARÎ ZAROKÊN EFRÎNÊ DİKİN
Sûad Feqa diyar kir ku armanc ji mihrîcanê qabilyeta zarokan pêşbixin û ev fîstîval diyarî zarokên Efrînê dikin û wiha got: “Ji xwe di durûşmeya me jî diyar dike ku 4.Mihrîcana Zarokên a ser asta Herêma Cizrîrê diyarî zarokên Efrînê ye ev jî bi mebesta ku moral û coşekê bixin dilê zarokan û her ew rihê berxwedaniyê zindî bikin.”
MİHRÎCAN DÊ SER 9 ROJAN BE
Endama Komîteya Amedekar a 4.Mihrîcana Zarokan Sûad Feqa di dawî de wiha got: “Dê wê fistîvala zarokan ser du beşan bê li darxistin, di 1’ê Şlanê de vekirina mihrîcanê dê li Navenda çand hunera Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan be wê ser 6 rojan be û berdewamiya wê jî ser 3 rojan jî li navenda çand û hunera Waşûkanî ya bajarê Serê kaniyê bê li darxistin. Sûad wiha bi dawî kir: “Mebesta me jê jî ku gelek zarok tevlî bin û ji mihrîcanê mehrûm nemînin ji bo wê li du ciyan e, yanî bi giştî dê 9 rojan dewam bike, hêjayî bi bîrxistin ku di mihrîcanê du kesayet wekî mêvan bi navê reşo û şeşo ku di sala derbasbûyî de jî tevlî bûn di heman salê de jî bi sikêtş û sînevzyonên xwe beşdarî mihrîcanê bibin.”
Meke DEMÎRTAŞ