Ronaz Silêman/Qamişlo
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo da zanîn ku di heman roja diyarkirina platforma hevpar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 25’ê Mijdarê re, biryara lidarvekirinê li girtiya siyasî Werîşe Muradî hate birîn û got, “NY xwedî li roja xwe ya cîhanî dernakevin.”
Li Îranê jin di bin zext û tûndiya Rêjîma Îranê de dijîn. Ji ber ku rêjîma Îranê her tiştî li gorî zagonên şerîatê dimeşîne, gelek mafên jinan ji destê wan hatiye girtin. Jin li dijî vê zext û zoriya rejîma Îranê ya li dijî xwe, her dem çalakî li dar xistin e. Ji bo mafê xwe her dem têdikoşe. Jin li hinek cihan bi ser ketin, lê hin caran mixabin di bêdengiyê de man. Di heman demê de Rêjîma Îranê heta niha bi sedan girtiyên siyasî darve kiriye. Li girtîgehan îşkenceyên gelek giran tê jiyîn. Îran yek ji welatên ku herî zêde darvekirin lê çêdibin e. Herî dawî jî Rejîma Îranê bi tewambariya ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî birî. Li hemberî vê tewambariyê jî, jinan bertekên xwe nîşan dan, hişmendî û tundiya rejîma Îranê ya ku li ser jinan dimeşîne şermezar kirin.
Derbarê 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û siyaseta rêjîma Îranê ya ku li ser jinan dide meşandin, herwiha biryara davekirina çalakvana kurd Werîşe Muradî, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ji rojnameya me re axivî.
Rîhan Loqo diyar kir ku rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Mijdarê de kampaniya xwe ya di derbarê 25’ê Mijdarê de ragihand û wiha got: “Bi boneya 25’ê Mijdarê îsal wekî rêxistên hevpar ên tevger, sazî û mecalisên jinan, di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di 10’ê Mijdarê de me kampaniya xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Kampaniya îsal di bin dirûşmeya “Bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Xwe biparêzin”. Ev felsefe ku em ne tenê wekî silogan bang bikin, lê karbin vê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî jiyanî bikin, di nava jiyana xwe de pêk bînin.”
‘Planên qirkirinê li ser jinê bidin meşandin’
Rîhan Loqo da zanîn ku wê xweparastina jinan bi Jin, Jiyan, Azadî be û wiha got: “Li hemberî tevahî hişmendiyên desthilatdar, nijadperest, olperest, zayendperest û êrişên qirkirinê yên ku xwe li ser jinan feriz dike, wê xweparastina me bi felsefeya Jin Jiyan Azadî be. Çima ev felsefe hat diyarkirin? Ji ber dema ku em li rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dinêrin, em dibînin kirîzekî mezin heye, di nava vê kirîzê de şerekî qirkirinê li ser çand, ziman, hebûn û nasnameya jinan tê meşandin. Wekî planekî dixwazin li ser jinê bidin erêkirin, ev plan jî ew e ku naxwazin jin di vê sedasalê de xwedî îrade, rol, misyon û rêxistinbûyînek be. Lewra jî her tim bi rê û rêbazên cûrbecûr xebatên planên îdyolojîk û polîtîk li ser jinan tê meşandin. Desthilatdarên serdemê dixwazin di riya polîtîkeyên qirêj, planekî bidin çêkirin, ev polîtîka han jî girêdayî îdyolojiyekê ye, ev îdyolojî jî, îdyolojîya ku li hember têkoşîn, zanist û keda jinan dixwazin qirkirinê bi pêş bixin.”
‘Em ê bi Jin, Jiyan, Azadî xeleka azadiyê ava bikin’
Rîhan Loqo da xuyakirin ku dixwazin her tim jinê dûrî qadên zanist û rêxistinbûyînê bikin û wiha got: “Li seranserî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dibînin ku rojane li her deverê jin tê kuştin. Rojane cûreyên tûndiyê li ser jinan ji destdirêjî, lêdan, kuştin, serjêkirin, zewaca temen biçûk, ji bikaranîna zarokan û bêmafiya ku didin jinê, di van aliyan giştî de jin dûrî qadên zanist û rêxistinbûyînê dikin. Helbet di van aliyan de, dixwazin tundiya li ser jinê pêk bînin. Herwiha êrişên herî zêde jî li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê kirin, ji ber felsefeya Jin, Jiyan, Azadî niha bû weke felsefeyekî ku li tevahî cîhanê bi heman zimanî tê bilêvkirin û her kes li derdora vê felsefeyê ne tenê jin, di heman demê de mêr, ciwan, ol, bawerî, rêxistin, sazî, partiyên cûda kom dibin, dîmenên herî dawî jî me di Rojhilata Navîn, cîhan û Kurdistanê de dît, vê yekê jî zora desthilatdaran biriye, bi taybet dewleta Tirk û Rejîma Îranê. Lê em ê bi Jin, Jiyan, Azadî xeleka azadiyê ava bikin.”
‘Bi bilindûyîna têkoşînê êrişê zêde dibin’
Rîhan Loqo da eşkerekirin ku bi bilindbûyîna asta têkoşîna jinan, asta êrişên desthilatdariyê jî zêdetir dibe û wiha got:“Her ku asta têkoşîn, zanist û rêxistinbûyîna jinan bilind dibe û dibe nimûneyekî civakekî demokratîk ya ku jin pêşengtiya wê dike. Asta êriş û planên qirker li ser ked û zanista jin jî bêtir dibe. Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dibînin di riya balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de, pêşeng û endizyarên şoreşê tên armancgirtin. Li aliyê din jî, di rêya şerê taybet ku dixwazin civak, zarok û jinên ciwan bi rêyên cûr bi cûr bikar bînin, hem jî em dibînin ku di planên dijmin de, dixwazin tundiyekî siyasî, aborî, him çekdarî li ser jin pêk were. Herwiha da ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ biser nekeve, ji ber dizanin ev serkeftin wê çiqasî li Kurdistanê bondor bike.”
‘Armaca wan îrade û sekna jina azad bidin şikandin’
Rîhan Loqo di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di heman roja diyarkirina bilatforma hevpar a jinan de, biryara lidarvekirinê pêşenga serhildana Jin, Jiyan, Azadî Werîşe Muradî hat birîn û wiha got: “Di roja 10’ê Mijdarê de, roja ku rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî bilatforma hevpar ji raya giştî re eşkere kirin, di heman rojê de biryara darvekirina pêşenga serhildana Jin, Jiyan, Azadî Werîşe Muradî hate birîn, ev ne tesadifiyeke, taybet di meha Mijdarê de. Ji ber meha Mijdarê li cîhanê giştî mîna roja têkoşîna hevpar a jinan li beramberî tundiyê, tê naskirin.
Beriya niha jî Tevgera Azadiya Jin KJK’ê daxuyaniyek di destpêka Mijdarê de dabû. Di wê daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku wê çalakiyên îsal ji 10’ê Mijdarê ji bo roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinê dest pêbike, herwiha bi ragihandina vê daxuyaniyê re hemû tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirya xwe jêre diyar kirin û di wê rojê de biryara cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn, lewra em dibêjin ne tesadifiyeke. Armaca wan ew e ku îrade û sekna jina azad bidin şikandin.”
‘NY xwedî li roja cîhanî ya tûndiya li dijî jinê dernakevin’
Rîhan Loqo bêdengiya mafê Mirovan şermezar kir û wiha got: “Îro roj çalakvanên jin, pêşengên ku pêşengtiya şoreşa jin û serhildana Jin, Jiyan, Azadî dikin, him di qada berxwedanê de têkoşînekê didin meşandin, li pêş çavê cîhanê têne hedefgirtin. Em bêdengiya cîhanê, bêdengiya mafê mirovan, neteweyên yekbûyî, mafê zarokan û mafê jinan şermezar dikin. Di meha mijdarê de tenê rojekî cîhanî ji bo têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê dane diyarkirin, lê belê xwedî li vê rojê dernakevin, xwedî li dengê zindanan û heqîqeta ku di zindana de tê kirin, dernakevin. Ji bo wê her kes li beramberî hedefgirin, qirkirin, îstîsmar û planên ku li ser jinan tê kirin, xwe bêdeng dikin. Dema bêdengiyeke tê kirin tê wateya ku ew jî hevkarê van bûyera ne, bêdengiya navneteweyî vê ji me re dide diyarkirin.”
Di demên dawiyê de jî, me dît kujerê şehîd Hevrîn Xelef ji aliyê dewleta Tirk ve, xelatekî mezin girt û di zanîngehên bilind ên dewleta Tirk de xwend, niha jî bi rengekî aram li sernaserî cîhanê digere. Ev kujerê ku di navnetewî de ewqase dosya ji aliyê jinan ve li beramberî wî rakirin, lê hesabê vê yekê jê nehat xwestin. Lewra em ne ji valatiyeke dibêjin hevkarê van bûyera ne, ev bi plane ku tê kirin û heqîqeta heyî tê wateya ku rastî jî bêdengiyeke mezin li hemberî kujerên jinan heye.”
‘Wê hevgirtina jinan dawî li tundiyê bîne’
Rîhan Loqo axaftina xwe wiha qedan: “Ne navnetewî, mafê mirovan û kesên ku rojên taybet ji bo jin û zarokan dide diyarkirin, wê tundiya li ser jinê bide seknandin. Wê hevparbûn û yekîtiya jinan xwedîderketina jinan ji hev re, dawî li tundî û planên qirker ên îdyolojîk bînin. Herwiha hevgirtina jinan wê konfedralîzma jin a demokratîk ava bike û bi vê konfedralîzmê dawî li tevahî planên dijmin bînin. Banga min ji hemû jinan re ew e ku werin em bi hev re xeleka azadiyê xurt bikin. Bi hev re têkoşîna azadiyê ji qadên azad xurt bikin û heq bikin.
Bi vê boneyê carke din silav û hizkirinên me ji qadên şoreşê jin, berxwedana zindanan, taybet berxwedana zindana Evîn a ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran ye. Di zindana Evîn de, bi dehan girtiyên jin tê de hene û ruxmî her tiştî jî bê navber têkoşîneke dîrokî didin meşandin.”