Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin”

26/11/2024
in NÛÇE
A A
“Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin”
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran ve bi daxuyaniyekê bernameyê xwe ji bo Roja Cîhanî ya Astengdaran eşkere kir.

Îro Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran bi boneya Roja Cîhanî ya Astengdaran ku 3’ê Berfanbarê ye daxuyaniyek da. Herwiha ji bo vê rojê bernameyê xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hemû rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn, herwiha daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Rêvebera Rêxistina Nûdem, Daviyan Mehmûd ve hate xwendin.

 Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Her sal di 3’ê Berfanbarê de, cîhan bi giştî ji bo astengdara pîrozbahiyê dike. Ev roj girîngiya destekdayîna kesên astengdar û mafê wan di civakê de nîşan dide. Ev roj banga cîhanê ji bo hişyarbûna maf û hewcedariyên taybet ên astengdaran dike. Hem jî bi armanca zêdekirina derfetên wan ji bo perwerde, kar û beşdariya civakê. Armanc ji vê rojê ronîkirina kêşeyên ku astengdar pêre rû bi rû dibin, çi li ser asta kesan yan civakê be. Di heman demê de ev roj derfetekê ji bo pîrozkirina destkeftiyên kesên astengdar di warên cûr bi cûr de û pêşbirna pernsîbên derfetên wek hev nîşan dide.”

Daxuyanî wiha hate berdewamkirin: “Di vê rojê de em bang li hemû kesan dikin ku destên xwe bidin hev ji bo çakkirina jiyana kesên astengdar, bixebitin û her kesî tewşîq bikin ku piştgirî û hêzê bidin wan, da ku karibin xwe weke her mirovekî di nava civakê de bibînin. Herwiha em hemû berpirsyar in derbarê avakirina civakeke ku bi çavê kêmaniyê li kesên astengdar nenere.”

Di dawiya daxuyaniyê bernameya xwe ya dema pêş bi dirûşmeya “Bi Vîna xwe em ê hêviyê biafirînin” wiha eşkere kir:

Avakirina giropên perwerdehiyê bi serenavên cûda. Serdanên qadan ji bo kesên astengdar. Herwiha xelatkirina hin kesên astengdar. Lidarxistina çalakiyan li bajarên ku Rêxistina Nûdem lê dixebite, mîna Hesekê, Kampa Serêkaniyê, Kampa Waşûkanî û Qamişlo. Vekirina navendekê li bajarê Helebê, Kampa Berxwedan a li Şehba. Wê çalakiyên bidawîkirina bernameyê li Qamişlo bên lidarxistin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.