Oldarê bi navê Mele Îbrahîm Xalo diyar kir ku hin dewletên wekî Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wî hewl didin sunneta pêxember ji rê derxin û ola îslamê xistine ber berjewendiyên xwe û di bin navê îslamê de şerê cîhanê dikin. Xalo diyar ku ev destdirêjiyên Tirkiyê dûrî nirx û rêgezên mirovî û hişmendiya mirovahiyê ne.
Meleyê mizgefta El-Sidîq ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo Mele Îbrahîm Xalo cejna Qurbanê li hemû gelên herêmê û giştî misilmanên cîhanê pîroz kir û ji bo Sûriyê daxwaza aramiyê kir.
Mele Îbrahîm Xalo li ser şer û êrîşên ku bi navê îslamê tên kirin de wiha got: “Cihê radîkalbûnê di ola îslamê de tune ye. Îslam nabêje bila neteweyek li ser xwîna neteweyeke din di bin navê olê de bijî. Ola îslamê ola biratî û hezkirinê ye.”
Mele Îbrahîm diyar ku hin hikumetên wekî Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê wekî çeteyên DAIŞ’ê hewl didin di bin navê ola îslamê de destdirêjiyê li mafên mirovan bikin û çand û zimanê xwe li ser neteweyên din ferz bikin û naxwazin ji bilî wan tu kes li ser erdê bijî.
Mele Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewletên wekî Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê hewl didin sunneta pêxember ji rê derxin û ola îslamê li gorî berjewendiya xwe bikarbînin û şerê cîhanê di bin navê ola îslamê û xweda de dikin.
Mele Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk dibistan, mizgeft û dêran hildiweşîne û wiha dewam kir: “Ev destdirêjiyên Tirkiyê tu carî nayên qebûlkirin. Ne ji mafê tu aliyan e êrîşî mizgeft û dêran bike. Ola îslamê ev yek qedexe kiriye. Ev destdirêjî û sûcdariyên Tirkiyê dûrî nirx û rêgezên mirovahî û hişmendiya mirovahiyê ne.”
Mela Îbrahîm Xalo li ser navê oldarên îslamî yên herêma Cizîrê bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê kir ku bi van hewldanên dijmin neyên xapandin û maf, ax û namûsa xwe biparêzin…ANHA