Argêş Vîyan /Qamişlo
Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Heqî Armanc da dîyarkirin ku PKK‘ê partiya şehîdan e û wiha got “PKK’ê piştî şahadeta şehîdê mezin Heqî Karer ava bû û xwe gihand bi milyonên kesan.”
Di Boneya salvegera damezirandina PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistanê) ya sala 47’mîn de, û bandora Tevgera Azadiyê li ser şoreşa azadiya gelan ya heremî û cîhanî, Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Heqî Armanc pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
–Avabûna PKK heya roja me ya îro di nava civaka kurd de çi guhertin da avakirin?
Ev 46 Sal bû gelê Kurd, ji bo azadî û serxwebunê li hember zilma dagirkeran li berxwe dide. Gelê me di wan 46 salan de Berxwedaniyek pir dijwar meşand û berdêlên giranbûha da. Gelê me bi ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo ku ev 46 sale bi fedakariyek mezin tekoşîna ku meşandî re destkeftiyên mezin bi dest xistiye.
Tevgera PKK’ê ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêşket, di çi şert û mercan de derket holê pêwîst e mirov baş fêm bike. Tê zanîn di salên 1970 heya 1980’an de li Tirkiyê û Kurdistanê, rêxistinên ku li dijî desthilatdariya derbekar hewil dan tekoşîn bimeşînin, têk çûn û hêviya Serkeftinê winda kirin. Bi şehadeta Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên pêşeng bêdengiyêkî kûr li Tirkiyê û Kurdistanê derket holê. Di demek wisa zehmet de Rêber Apo biryara pêşxistin şoreşa Kurdistanê dide. Tevgera APO’yî di salên navbera 1970 û 1980’î de êdî rêxistina xwe temam dibe. Di nava kêm derfetî û bi zor û zehmetiyên mezin pêk hat. Tevgera APO’yî her çiqas bi navê şoreşa Kurdistanê bi rêketibe jî, armanca şoreşa gelan a Tirkiyê pêkanînê di nav xwe de dihewîne. Lê ev bîr û bawerî encex bi pêkanîna Şoreşa Kurdistanê dikare Tirkiyê jî Şoreş bibe û Azadî û Wekhevî pêşbikeve. Şoreşger û pêşengê hêja yê tevgera me Rêheval Hakî Karer, Kemal Pîr û gelek hevalên din ku ji netewa Tirk bûn û baweriyek mezin hevaltî kirin. Êrîşa ku di 18’ê Gulana 1977’an de li ser pêşengê tevgera APO’yî heval Hakî Karer pêk hat, di bingehê xwe de êrîşa li hember fikrê Şoreşa gelan a li Tirkiyê û Kurdistanê bi hevre meşandinê bû. Ango bi vê êrîşê xwestin tekoşîna ku ji bo biratiya Kurd û Tirk pêşbikevê, pêşiya wê bigrin û nehêlin ku pêş bikeve. Wisa PKK di 27’ê Mijdara 1978’an Li Gundê Fîs’ê a Girêdayî Licê a Amedê li ser bîranînê heval Hakî Karer tê avakirin û herikandina xwe ya dîrokî didomîne. Darbeya 12’ê Îlonê a Faşîst di 1980’yî de li Tirkiyê pêş ket, di esasê xwe de armanca pêşiya pêşketina tevgera APO’yî girtin bû. Lê êdî, Rêber Apo ku di sala 1977’an de li tevahî Kurdistanê geriya û tovê xurtkirina Şoreşa Kurdistanê gelêrî kir.
-Di Rojhilata Navîn de, dengvedana ku PKK ava kir û bandora ku li gelê Rojhilata Navîn kiriye çi ne?
Rêber Apo dema derbasî qada Rojhilata Navîn dibe, di nav bê derfetiyek mezin de karîbû di demek kêm de gelê Rojavayê Kurdistanê rêxistin bike û beşdarî doza tekoşîna azadiyê bike. Rêber Apo bi gelê Filistînê re jî têkîliyekî dostanî pêş dixe û dikare li ser ezmûnên wan yên şer, bi sedan hevalan perwerde bikê û ji bo vegera welat amade bike. Li ser keda Rêber Apo hîmê şerê çekdarî Pêngava 15’ê Tebaxê tê avakirin û bi rêdikeve. Bi pêşengiya Fermanderê mezin Rêheval Egît, Erdal û Gozluklu Alî’yan da ‘’Gulleya Destpêkê’’ li hember dagirkeriya li ser Kurdistanê tê teqandin. Bi qasî ku bi vê pêngavê derbeyek giran li pergala dagirkeriya Tirk hat xistin, ew qas jî li hember tirs û xofa ku bi salan li ser civaka Kurd hatibû çêkirin jî bi vê pêngavê hat rakirin. Ango bi ‘’Gulleya Destpêkê’’ çawa di mejiyê dagirkeriyê de bû derbeyeke giran, li tirs, bê hêvîbûna ji bo Azadiya civaka Kurd jî hat xistin. Êdî bi vê Pêngava Şerê çêkdarî li tevahî Kurdistanê nav û dengê Tevgera APO’yî belav bû. Cejna Vejînê bû ronahiyekî ji bo Tekoşîna li hember dagirkeriyê. Gelê Kurd Tevgera APO’yî naskir û bi hezaran keç û xortên xwe dan Tevgera Azadiyê. Bi taybet Tevgera PKK’ê a ku li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêşket, li ser jina Kurd bandorekê pir mezin pêşxist û bu hêviya jiyanek Azad. Ger îro di hemû qadên tekoşînê de berxwedanî di pêşengtiya jin de pêşdikeve, ev ji ber hîn di destpêkê de Rêber Apo li ser azadî û wekheviya jin û zilam hîmek daniyê pêşdikeve. Şoreşa ku di pêşengtiya PKK’ê li Kurdistanê pêşket di heman demê de dibe Şoreşa Azadiya Jin jî. Êdî tenê ne di Civaka Kurd û Kurdistanê, dema em tên salên 1990’î êdî tevahî gelê me, li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê Gelê Kurd pîştgiriyekî xurt dide tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê û wisa êdî bandora xwe Kurdistanê derbas dike û li Rojhilata navîn jî bandora xwe çêdike. Li bîra me ye ku di salên 1990’î de Kalekî 70 salî ji bo li dijî dagirkeriyê şer bike, çêleka xwe ji bo ji xwe re çek bistîne difiroşe û dibêje ‘’Êdî Apo jî dest ji vê dozê berde ez dest jê bernadim.’’
Bi dehan caran me dît ku zarokên 5 – 6 salî bi tiliyên xwe nîşaneyên zaferê dikin û keviran diavêjin leşkerên dagirker. Ango Şoreşa PKK ji kalekî heya zarokekî tevahî civaka Kurd xist nav xwe û hîmekî nekeftî ava kir. Ji bo ku pêşveçûna bilindbûna PKK’ê bigre hêzên NATO û Gladio bi hemû derfetên xwe destek dan dewleta tirk. Ji aliyekî ve li hember Gerilayên Azadiya Kurdistanê di serî de di ware îstîxbarî de dibin alîkar, ji aliyê din ve jî bi rêbazên qirêj û kontra bi hezaran gelê me hatin qetilkirin û penaber bûn. Lê vê jî nekarî pêşiya pêşveçuna şer û Tekoşîna Azadiyê bigre. Îro jî Gerillayên Azadiya Kurdistanê û gelê me yê welatparêz li ser wan tecrube û hîmê ku bi xwina şehîdan hatiye afirandin, tekoşîna azadiyê didomîne. Çawa ku Rêber Apo diyalektika ku her şehadetek û êşek hat jiyankirin zivirand pêngavekê serkeftî, îro ev diyalektik gelerî bûye.
Tevgera PKK’ê li ser gelê Rojhilata Navîn jî bandorek mezin çêkir û hêviya Tekoşîna Azadiyê bilind kir. Ramanên Rêber Apo bi taybet li ser pêkhateyên cûda bandoreke mezin çêkir. Ger di nava PKK’ê de ji netewên cuda bi sedan şehîd û şervan hene, ev nîşan dide ku êdî şoreşa PKK ne tenê ji bo Kurd, ji bo hemû gelan hêvîyeke. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jin de pêşket û gelek netewên din jî beşdar bûn, mînaka wê ye. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriye bi fikir û Ramanên Rêber Apo û pêşengtiya Şervanên Kurd pêşket, êdî cîhanî bûye. Em baş dizanin ku di perwerdekirin û tevgerkirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê de û pêşxistina dostaniyê bi gelê Ereb, Ermen û Asurî – Suryan bûye hîmê Esasî a Yekitiya gelê heremê û li dijî zilmdaran tekoşîna hevpar meşandine. Îro jî li ser vî hîmî gelê heremê bi pêşengtiya fikir û ramanên Rêber Apo de li hember zilmdariyê tekoşînek bê hempa dimeşîne.
-Di roja îro de mirov çawa dikare rastiya PKK bîne ser ziman û destkeftiyên ku bi xwe re anî ne, guhertinek çawa pêk anî?
Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de jî, ruxmê ku bi tecrîd û zextên dewleta tirk re rûbirû dimîne, bi paraznameyên ku nivîsand ji bo tekoşîna azadî û wekheviya gelan ronahiyek mezin çêkir. Paradigmaya ku Rêber Apo li ser esasê konfederalizma demokratik pêşxist, ji bo tevahî gelên cîhanê yên azadîxwaz, hêviya jiyanekê Azad û wekhev e. Rêber Apo li dijî Moderniteya Kapîtalîst, Moderniteya Demokratîk pêşxist. Îro ev felsefe û fikrê Rêber Apo kûrewî bûye. Li tevahî cîhanê bandorek mezin pêşxistiye. Bi sed hezaran gelê biyanî Rêber Apo wek pêşengên xwe dibînin. Di dîroka gelê me de cara yekeme ku Rêberek wek Rêber Apo derdikeve û ev qas bandora xwe li ser gelê cîhanê dike. Ev ji bo Gelê Kurd Serbilindiyek pir mezin e. Ev tekoşîna ku li ser ramanên Rêber Apo li her dere bi girseyî dimeşe, bi dirûşma ‘’Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo û Çareseriya pirsgireka Kurd’’ bilind dibe.
Me 46 salên dîroka PKK’ê ku bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin pey xwe hişt û em dikevin sala 47’emîn. Bi tecrubeya ku bi salan hatine girtin îro ji her demekê zêdetir em xwedî derfetên mezinin ku em li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bi avakirina Neteweya Demokratîk serkeftinên mezin bi dest bixin. Êdî di warê leşkerî, siyasî, rêxistinî û civakî de em xwedî derfetin ku hemu astengiyê li pêşiya xwe derbas bikin û meşaleya azadiyê bigihînin zaferê.. Cardin ji aliyekî ve dibejin ji bo Rêber Apo şert û merc bên avakirin ku Rêber Apo li meclisa Tirk biaxivê ji aliyê din de ji bi cezayên bê bingeh û kêfî tecrîdê mutlak li hember Rêber Apo dimeşînin. Baş diyar dibe ku dewleta Tirk ji bo tengasiyê ku li hember Tekoşîna Tevgera Azadiyê û gelê me jiyan dike derbas bike, cardin serî li hîle û xapandinan dide. Pêşveçûnên Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Kurdistanê, sekna Rêber Apo berxwedana gelê me û têkoşerên azadiyê desthilatdariya tirk tengav kiriye û ber bi têkçunê ve biriye. Ji bo vê hewil dide ku cardin bi demagojiya biratî û yekitiya gelê Kurd û Tirk xwe ji vê tengasiyê xilas bike. Ev jî tenê, bi rihê APO’yî ku ev 40 sale di pêşengtiya PKK’ê de pêşdikeve, gengaz dibe. Em bawer dikin ku tevahî gelê me, dostên gelê me û hemu gelên azadîxwaz, di vê serdema dîrokî de li hember zilmdarî û dagirkeriyê tekoşîn bidin û serbikevin. Rihê PKK’ê tekoşîn, serkeftin, azadî û wekhevî avakirin e. Me carek dîn di çalakiya 23’ê Cotmehê de, bi saya çalakiya reheval Asya û Rojger de rih û sekna PKK dît. Wan bi çalakiya xwe ji gele Kurd re peyama herî xurt da. Eme heya dawî şopdare wi rihe ku hemû cihanê bandor dike bin. Carekdin em hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîrtînin. Di serî de salvegera PKK’ê ya 46’emîn li Mîmarê Tevgera Azadiyê Rêber APO, Gelê Kurdistanê, ji bo dayîkên şehîdan û tevahî gelên ku ji bo Azadiyê Tekoşîn didin pîroz dikin.






