Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weqfa Jina Azad kiryarên li dijî jin û zarokan şermezar kir

26/11/2024
in NÛÇE
A A
Weqfa Jina Azad kiryarên li dijî jin û zarokan şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Weqfa Jina Azad a Sûriyê derbarê êriş û tundiya dagirkeriya Tirk ku li ser jin û zarokan dide meşandin, li pêş avahiya xwe ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî da.

Îro ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî di derbarê êriş û tundiya dargirkeriya Tirk a ku li ser jin û zarokan dide meşandin, li pêş avahiya xwe ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Rêveber Weqfa Jina Azad a Sûriyê Mîdiya Elî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Dargirkeriya Tirk yek ji mezintirîn cûriya tundiya li ser jinê ye. Di nava şer û kirîzan de yên herî zêde zirar dighêje wan jin û zarokin. Dagirkerî tundiya herî mezin ya li ser jin û zarokan e. Tundî ne tenê destirêjiya li ser bedenê jinê ye, lê belê gelek cûreyên tundiyê hene. Di dema dawiyê de êrişên dewleta Tirk a faşîst, li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, bi taybet binesaziya herêmê kir hedef. Armac ji hedefgirina binesaziyê ew e ku aboriya herêmên têk bibe, da ku gel bêzar bimîne û neçarî koçberiyê bibin. Ev êrişên sûcên şerin. Herwiha her kes dizane armanc ji van êrişan ew e ku tirsa dewleta Tirk a dagirker ji şoreşa azadiyê ya ku bi pêşengtiya jinê hatiye lidarxistin û dengê wê gihaye her derê, lewra dixwaze bi êrişên xwe îradeya jina azad bişkîne.”

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em wek Weqfa Jina Azad li Sûriyê, van kiryar û êirşên dewleta Tirk ên li ser herêma me û armancgirtina wê ji jinan re, di şexsê xuşkên Mîrebal de şermezar dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi yek destî berxwedaniyê bikin, da ku li dijî hişmendiya baviksalarî bisekinin. Herwiha banga me ji hemû rêxistinên mafê parastina mirovan, bi taybet rêxistinên parastina mafê jin û zarokan ku rê li pêşiya van kiriyarên dijmirovî û diexlaqî bigirin, herwiha çareserî ji kirîza Sûriyê re bê dayîn.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.