Zana Roj/ Şehba
Bi boneya Roja Cîhanî ya têkoşîna Tûndiya li ser Jinê 25’ê Mijdarê, bi pêşengtiya Kongira Star ya Kantona Efrîn û Şehbayê tevlîbûna hezaran koçberên kampa Serdem ya koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê meşeke giştî hat lidarxistin.
Ji bo piştgirya Roja Cîhanî ya têkoşîna Tûndiya li ser Jinê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin, li herêma Şehbayê jî di pêşengtiya Kongira Star ya Kantona Efrîn û Şehbayê beşdarbûna bi hezaran ji welatî, partî, sazî û dezgehên herêmê li Navçeya Ehdas meşeke girseyî hate sazûmankirin.
Meş deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Şoreşê destpêkir û li ser navê Kongira Star ji aliyê Rodîn Mihemed û ji li ser navê pêkhateya Ereb jî Reca El Hisên axifîn.
`Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî guhartina hişmendiyê ve`
Rodîn di axaftina xwe de ev anî ziman: “Tûndiya ku li ser jinên cîhanê tê
meşandin em xwe weke perçeyekî ji wê yekê dibînin, di cîhanê de her 11 deqeyan jinek rastî kuştin û tûndiyê tê. Ev Tûndiya bê guman tenê di aliyê fîzikî de nayê pêk anîn, Tûndiya a di her kêliya jiyana jinan de tê bikaranîn û mafê parastinê wan jî nîne. Pergala bazirganîyê niha bi rê û rêbazên cuda tûndiyan dike rêbaza jiyana jinê. Di vê serdemê de divê jin di her alî de ji rêbazên Tûndiya a fîzîkî û derûnî serwextbin û nekevin xefka hêzên hegemon. Çawa ku Xwîşkên Mîrabel li hember tundî û bê edaletiya li ser jinê dihate meşandin berxwedanî meşandin, emê jî bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî li hember guhartina hişmendiya babiksalarî bisekinin û bigûherin”.
`Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO erka me ye`
Her wiha Reca diyar kir ku jinên bi
felsefeya azadiya Rêber APO mezin bûne wê pêşengtiya ji jinên cîhanê re bikin û wiha got: “Di sedsala 21 emîn de deng û silogana jinên Kurd yên ku pêşengtî ji şoreşên jinan re di cîhanê de kirine; cara yekemîne dengvedaneke dîrokî ava dike. li ser wê esasê di serî de em xwe dêndarê vê felsefê Rêber APO dibînin, jina ku dengê wê nedihate bihîstin niha sînorên welatan derbas dike û bi mafê xwe xwe bangdike. Ev yek muhra xwe li dîroka mirovahiyê û bi taybet li dîroka desthilatdaran xistiye. Bi vê yekê re em dibêjin azadiya fîzîkî ya Rêber APO erka me ya sereke ye û emê di vê oxirê de can, berdêl û têkoşîneke mezin bimeşînin”. Piştî axiftinan meş bidawî bû.






