Hemza Sêvo/ Qamişlo
Kongra Star bi durşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” têkildarî Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê meşeke girseyî bi pêşengiya jinên bajarê Qamişlo li dar ket. Herwiha jinên Qamişlo doza berdewambûna têkoşînê kirin.
Îro ji bo 25’ê Mijdarê meşeke girseyî ji hêla Kongra Star ve bi beşdarbûna jinên bajarê Qamişlo, rêxistin û tevgerên jinan, saziyên Rêvberiya Xweser û gelek welatî hat lidarxistin.
Meş ji çerxerêya Osman Sebrî ya rojavayî bajêr bi pêşengtiya jinan dest pê kir.
Bi dirêjahiya meşê siloganên “Bijî berxwedana jinê, na ji tundiya li ser jinê. Jin Jiyan Azadî ’ li gel stranên şoreşgerî dihatin gotin.
Meşa bi heybet, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê veguherî mîtîngê.
Li wir hemû kes bi rêzdarî tevlî xuleka bêdengiyê bûn û piştre jî bi navê Kongra Star Emîna Umer û Maya Hedîd axivîn.
Emîna Umer roja 25’ê mijdarê bi bîr xist, tundiya li ser jinê şermezar kir û got, Me di 10’ê
Cotmehê de dest bi pêngaveke mezin ji bo tundiya li ser jinê, kir. Bi 10’an semîner, panêl, meş, komcivîn û hwd… hatin lidarxstin. Armanc jî ew e ku tundiya ku li ser jinê tê kirin bê naskirin û em xeteriya wê ji bo civakê bidin destnîşankirin, hem jî tundî were rawestandin. Jin îro li ser asta cîhanê tê armancgirtin. Lewma jî divê helwesta jinan tevna bibe yek li hemberî şerê ku li ser jinên cîhanê tevî tê kirin. Herwiha divê jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî tevî têkoşînê bikin, da ku di siberoja Sûriyê de mafê xwe ji hemû aliyan ve bi dest bixin.
Piştre jî Maya Hedîd wiha anî ser ziman: “ Bi dirêjahiya dîrokê jin rastî hemû cureyên
kiriyarên bi şidetê hatine. Jin bêpar mabûn ji hemû mafên xwe. Lewma em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser wekheviya jin û mêran xebatê didin meşandin. Hem jî da ku jin mafên xwe bidest bixin û nebin aramanca hedefgirtinê, em hewldanên xwe bi awayekî berfireh dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê îro li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî gelek welatê cîhanê, meş û çalakiyên cuda hatin lidarxistin.






