Remezan Olçen
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê; ez dixwazim berê rexneyan bidim xwe. Min çiqas bi jinê re karîbûye bibim heval? Pir rehet e ku hemû sûc û qebehetê bixim stûyê pergala serdest a zilam. Bi rêya malbata ku ji jiyana civaka xwezayî hatiye qutkirin, bi rêya dibistan, mizgeft, qişle û mekanên din ên pergalê weke hevîr bi me hatiye lîstin… Şekl dane me. Heta îpotekê danîne ser îro û paşeroja me. Rol dane me ku em li ser rêka wan bimeşin. Te dî, dibêjin; zilam zilam divê, jin jin divê. Ferq xistine nava me. Lê gelo me çima vê jiyanê qet nexist ber lêpirsînê û çima em li ber ranebûn.
Gelo jiyana ku pergala serdest daniye pêşiya me, bi me xweş tê? Heta radeyekê û ji bo xwe dikarim bibêjim; erê. Bi serê me de xwendine, morîkeke xewê xistine guhê me. Ji dengê zengilên wan pê ve demekî pir dirêj me ti dengekî nebihîst. Me ne xwest, em dengê dayika xwe, dengê xwişka xwe, dengê hevala xwe bibihîzin. Me nexwest em qîrîna di bêdengiya wan de bihizin. Derba mezin wan xwaribû. Hem jî ji destên me, ev derb li wan hatibû xistin. Ji lewma wan jî ne dizanî wê çawa ji vê dojehê xwe rizgar bikin.
Li welatên rojava, bedena wan santîm bi santîm dihat bazarkirin. Li welatên rojhilat di çarşef, burka û turbanê de dihatin hebiskirin. Dengê wan, rûyê wan, kenê wan ji van dihat dizîn. Me jî lê temaşe dikir. Em dibûn failê van xerabiyan giş. Ma ne di pirtûkên pîroz(!) ên xwedayên zilam de jî cihê jinê tine bû. Her tişt ji bo zilam bû. Ji bo zilmê bû. Jin-Jiyan dihat qirkirin. Êdî li ber sekeratê bû. Civak edimî bûn zarokên xwe dixwar. Heta dînê vî wextê modern; zanyarî jî ji bo zilm û zilam bû. Di hemla dê de dema didîtin pitik keçik e, dihat fetisandin. Jin bi tecawizkarê xwe re dihat zewicandin, em bêdeng bûn. Jinê didan zilam, û zilam çi bi xwesta, kengî bixwesta dikarîbû pê bike. Ji ber ku wê weke mirov nedidît, weke mal didît û çi tasarufa xwe hebûya dikaribû li serê tecrûbe bikira. Ji destê jinê mafê gotina; na jî hatibû girtin. Em zilam hemû bûn didanê vê çerxa jin û jiyan-kuj. Her yek ji me li gorî “qeweta” xwe, em bûn qesas û kujer.
Bi raya min dem ew dem e ku em kumê xwe daynin ber xwe. Li heqîqeta jiyanê, li rastiya jinê bifikirin. Rastiya ku pergala serdest a zilam bi serê me de xwendiye ji xeynî zilm, êşkence, êş û azar û mirinê pê ve ti tiştek nekir û wê neke jî. Ji bo em li heqîqeta jiyanê vegerin pêşniyazek min heye. Di destê me de parzûnek heye ku em qirêjiyan ji xwe dûr bikin û belkî em ji zilamtiya ketî rizgar bibin ber bi ca-mêrbûnê ve gav bavêjin. Parzûna ez behsa wê dikim JIN JIYAN AZADÎ ye. Hevalê jinê; Rêber Apo hîma wê daniye. Ev manîfestoyeke ku em hemû lê bifikirin. Li gorî egerên wê xwe di ber çavan re derbas bikin. Xwe ji qirêjiyên xwe bişon. Belkî bi saya vê em bikaribin bibin namzet ku bi jinê, bi jiyanê re hevaltiyê bikin.






