Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
in CîHAN
A A
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Wekî beşek ji hewildanên zêdekirina zextê li ser Moskowê û qelskirina şiyana wê ya ji bo berdewamiya şer, Yekîtîya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsyayê ragihand û tê de 250 kes û sazî hedef digire. Ewropayê ev gav wekî mezintirîn cezayan ji destpêka şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi nav kir.

Yekîtiya Eropayê di civîneke wezîrên derve de, tekez kir ku cezayên nû ku ew wekî “stûna darayî ya makîneya şer a Rûsyayê” bi nav dike hedef digirin, hate destnîşan kirin ku her tedbîrek nû armanca wê sînordarkirina çavkaniyên ku Moskow xwedispêrê ji bo fînansekirina operasyonên xwe yên leşkerî, ye.

Nakokiyên di nav yekîtîyê de

Piştî danûstendinên berfireh di navbera welatên endamê Yekîtiya Ewropayê de, ev lihevkirin hat, herwiha di nava nîqaşan de li ser hin bendên koma 21’an ji cezayan, nemze tedbîrên girêdayî sektora barkirina darayî û sînorkirinên ku li ser hinardekirina enerjiya Rûsiyê hatiye ferz kirin, nakokî derketin holê.
Yûnanîstan, Qubris û Malta li ser hin pêşîniyaran fikarên xwe anîn ziman, ji ber bandora wan li ser berjewendiyên wê yên aborî, ev helwest berî ku wezîrên derve bighêjin lihevkirineke serkeftî di derbarê koma cezayên nû de, hat nîşan dan, bi berdewamiya nîqaşên li ser temamkirina koma 21’an a cezayan di çarçoveya berfirehkirina cezayên aborî li ser Rûsiyayê.

Berfirehkirina çarçoveya zextan

Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku koma cezayê nû, ligel yên pêşbînîkirî, çarçoveya tedbîrên li ser Moskowê ferzkirî berfireh dike, hat tekezkirin ku siyaseta cezayan dê bi armanca kêmkirina şiyana Rûsyayê ya ji bo derbaskirina sînorkirinên Rojavayî bedewam be, di heman demê de hedefgirtina kesayet û saziyên ku piştgiriya darayî an lojîstîkî didin hewldana leşkerî ya Rûsyayê.

Ev tevger beşek ji rêze tedbîran e ku ji destpêka şer di Sibata 2022’an de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine girtin, di nav wan de sektorên darayî, enerjî, parastin û teknolojiya, wekî din bi sedan ji berpirsyar, kompanî û saziyên Sûriyayê, dihewîne.

Cezayên hevbeş bi Birîtaniyayê re

Di heman demê de, Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê cezayên nû li dijî Rûsyayê ji ber tohmetên pêkanîna êrişên sîber bi armanca “belavkirina kaos û dabeşbûnê li Ewropayê, raghandin.

Londonê li ser 24 kes û saziyên girêdayî karûbarên îstîxbarata Rûsyayê ceza danî, di heman demê de Yekîtiya Ewropî li ser 13 kes û saziyên ku di nav wan de efserên karûbarê îstîxbarata leşkerî ya Rûsyayê (GRU) jî hene, ceza pesend kir, ev kes bi beşdarbûna di çalakiyên sîber de têne tawanbarkirin, Bruksel û Londonê gotin e ku ew ewlehî û aramiya Ewropayê tehdît dikin.

Sepandina hevdem a cezayên aborî û sîber meyla Ewropî ber berfirehkirina amûrên zextê li ser Moskowê nîşan dide, da ku aliyên darayî û ewlehiyê di heman demê de di nav xwe de bigire, di çarçoveya şerê berdewam ê li Ukraynayê û zêdebûna rageşiyên di navbera Rûsya û Rojava de.

Zextên berdewam

Ji destpêka şerê Rûsya-Ukraynayê di Sibata 2022’an de, Yekîtiya Ewropayê 20 komên cezayan li ser Moskowê ferz kiriye, ku sektorên darayî, enerjî, parastin û teknolojiyê, digel bi sedan berpirs, karsaz û saziyên Rûsî hedef girtine.

Di nava tedbîran de cemidandina mal û milkên Rûsyayê, qedexeyên seferê  û sînordarkirinên li ser hinardekirin û hawirdekirinê, digel dûrxistina bankayên Rûsyayê ji pergala darayî ya navneteweyî û danîna sînorek li ser bihayê nefta Rûsyayê bi hevahengiya G7’ê, di nav xwe de digirtin, da ku çavkaniyên darayî yên ku Moskow ji bo fînansekirina şer xwedispartiyê kêm bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.