Endamê KNK’ê Kamîran Berwarî êrîşa Tirkiyê ya li ser Şengalê wek reva ji pirsgirêkên hundirîn nirxand û tekez kir ku hikumeta başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşê nîşan didin ku ew jî hevkar in.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamîran Berwarî li ser êrîşa dawîn a dewleta Tirk a li ser axiv û tekez kir ku êrîşa li ser destkeftiyên gelê Şengalê nîşaneya têkçûna planên Tirkiyê ye û reva ji aloziya hundirîn e.
Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi serokatiyê Erdogan di pêvajoyeke aloz re derbas dibe, da zanîn Erdogan ku di hilbijartinan de negihişt armanca xwe, êrîşî gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dike. Berwarî wiha got: “Dewleta Tirk têkoşer Zekî Şengalî hedef girt, ji ber ku Şengalî roleke mezin di parastina Şengalê de pêk anî. Şengalî bi ramanên xwe yên azad û têkoşîna xwe ya giran xizmeteke mezin ji civaka Êzidî re kir, yekitî û rêxistinên wan ava kirin da ku karibin li hemberî êrîşan bersivê bidin.”
Kamîran Berwarî li ser helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê jî got: “Bêguman, destê hikumeta Iraqê di êrîşa li ser kerwanê ku ji merasîmê bîranîna qurbaniyên Komkujiya Koço vedigeriya de heye. Ne mimkun e ku balafirên Tirk bêyî agahdariya hikumeta Iraqê derbasî herêmê bibin. Em dikarin bibêjin ku hedefgirtina Mam Zekî Şengalî komployek ji hêla her du aliyan ve hate plankirin.”
Berwarî her wiha diyar kir ku bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşana piştgiriya bi Tirkiyê re ye û got, “Herêma Kurdistanê Şengal ji her aliyan de dorpêç kiriye û nahêle ku Êzidî vegerin warê xwe.”…ANHA