Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Biryara cezayê disiplînê li ser Rêber Apo li Şehbayê hat şermezarkirin

24/11/2024
in NÛÇE
A A
Biryara cezayê disiplînê li ser Rêber Apo li Şehbayê hat şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan li Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî cezayên disiplînê yên ku li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin, daxuyaniyek da.

Li dijî cezayên disiplînê yên ku li ser Rêber Abdullah Ocalan  hatiye ferzkirin, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan li Kantona Efrîn û Şehbayê, bi beşdarbûna bi dehan ji endamên sazî, meclis, tevger û rêxistinên jin daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Parêzeran bi her du zimanên Kurdî û Erebî hate dayîn.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Dewleta Tirk hîna jî polîtîkaya qirkirin û sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Navneteweyî Abdullah Ocalan didomîne, bi gelek caran, bê navber ferzkirina cezayê  bi navê cezayên dîsîplînê dimeşîne, herî dawî jî ji bo 6 mehan li dijî Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de hemû peyaman û zagonên navneteweyî yên têkîldarî mafên mirovan binpê kirin. Armanca dewletê Tirkiyê ew e ku Rêberê navneteweyî ji mafê hêviyê bêpar bihêle û zextê li Rêbertî dike û wî neçar dike ku tawîzan bide dewleta Tirk.  Sepandina cezayên dispîlînê li ser rêbertî û girtina wê ya Siyaseta tecrîdkirina şaredarên hilbijartî li Bakurê Kurdistanê, cidiyeta dewleta Tirk di banga xwe de ji bo destpêkirina komîsyonên aştiyê piştrast dike, ji ber ku komîsyonên aştiyê şert û pîvanên xwe hene, di nav de bidawîkirina sîstema êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêbertî û azadkirina wî.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em Ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan li kantona Efrîn û Şehbayê însiyatîfa parêzerên Sûriyeyê. Em bang li Kurdistaniyên li çar parçeyan û hemû cîhanê dikin û bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tevlî kampanya navneteweyî bibin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan ên bi pêşengiya Konseya Mafên Mirovan, desteya Tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Dijî Îşkenceyê (CPT) dikin ku erka xwe ya exlaqî û yasayî pêk bînin û dawî li sîstema îşkence û qirkirinê bînin. Dewleta Tirk neçar bike ku rêzê li peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û mafê çarenûsiya gelê Kurd bigire û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.