Hemza Sêvo/ Qamişlo
Welatiyên Qamişlo bang kirin ku pêwîste hejmara basan pir bibe û dema tevgera wan dirêjtir bibe. Herwiha Rêveberê basên gel li Qamişlo, Faris Silê da zanîn ku niha 10 bas tevdigerin û di siberojê de wê hejmara basan û hem jî xetên li bajêr pirtir bibin.
Pêkanîna pirojeya Basên Gel, yek ji xebata Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bû. Ev piroje di sala 2019’an de, li ser daxwazên gelê bajêr hate pêkanîn. Di destpêkê de ev bas tenê li taxên Qamişlo gel li gorî pêdiviyên wan, ew vediguheztin cihên cuda. Bi demê re, çarçoveya kar mezintir bû, herwiha ji vê pirojeyê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn. Lê herî zêde li Qamişlo pêşketin çêbû, ji ber ku du xetên dirêj tevlî xebata basan bû.
Mijara me, di dema heyî de kar û xebata basên gel li bajarê Qamişlo ye. Derbarê heman mijarê de, rêveberê Basên Gel ên Şaredaiya Gel a bajarê Qamişlo, Faris Silê, ajokarê basan Ferec Ebdilhemîd û welatiyê bi navê Ismayîl Xilêf ji rojnameya me re axivîn.
‘10 bas di tevgerê de ne’
Faris Silê destnîşan kir ku li Qamişlo û gundewarên wê 10 bas di xizmeta gel de ne û wiha got: “Pirojeya basên gel, di Tebaxa 2019’an de dest pê kir, armanc ji vê pirojeyê ku em bibin alîkar ji bo gelê xwe. Wekî em dizanin rewşa aborî û jiyanî ya gel zehmet bû, ajokarên tirimbêlên taybet û servîsan pereyên gelek ji ajokaran distandin û gel jî gazin dikirin. Di dema heyî de jî wiha ye, 10 basên gel ji bo gel bi nirxekî arzan xizmeta welatiyan dikin. Bas li taxa Cûdî, Hilêliyê, Kornîş, Mehetê û Hare Eltey diçin û tên, her welatiyek hezar leyreyên sûrî buhayê kertê dide. Herwiha xeteke din ji bo gundê Girbawiyê hatiye destnîşan kirin û buhayê kertê 2 hezar e ji ber ku riya wê dûr e. Xeteke din ji bo gundê Tenûriyê hatiye amadekirin, nirxê veguhestinê jî hezar û 500 L.S ye. Ev herdu xet, di rojê de 2 caran diçin û tên.”
‘Wê hejmara basan pirtir bibe’
Rêveberê Basên Gel Faris Silê diyar kir ku wê hejmara basan di rojên pêş de pirtir bibin û wiha domand: “Di dema heyî de 5 xetên serek hene ku basên me bê rawestandin xebatê dikin. Bi tevkariya rêveberiya basên gel û zanîngehê basek ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava hate veqetandin. Hejmara karmendên me jî 41 e, basên me 22 bas in, ji wan tenê 10 di xizmetê de ne û yên din jî ne di wê rewşê de ne ku karibin kar bikin. Lê di dema pêş de wê ev bas bên çaksazkirin û hemû basên me bikevin xizmetê. Di encamê de wê xeteke ji bo gundê Hîmo çêbibe. Li aliyekî din em ê hewl bidin xeta kemberê ji hawîrdor ve bikin pilana xwe de û sîstema basên gel bixin xizmetê.”
‘Ajokar ji demjimêr 7’ê sibehê heya 6’ê êvarê dixebitin’
Ajokarekî basên gel yê bi navê Ferec Ebdilhemîd, diyar kir ku ajokar bi awayekî rojane ji seet 7’ê sibehê heta 6’ê êvarî kar dikin û wiha axivî: “Basên gel, li bajarê Qamişlo her ribek demjimêr, dikevin tevgerê. Em serê sibehan, zû dikevin tevgerê ji ber ku xwendekar zû diçin dibistan û zanîngehên xwe, hem jî karmend û kedkar hene ku diçin ser kar. Kiriya erebeyên taybet gelekî buha ye, hin kes hene di rojê de sê caran diçin û tên, rewşa piraniya welatiyan jî zehmet e. Di her basekê de kesekî alîkar bi ajokar re heye, alîkarê ajokar kertan ji welatiyan re qut dike. Lê carcaran welatî kertên xwe di basan de diavêjin û ev yek dibe pirsgirêk ji bo me. Wekî din jî welatî li rawestgihên basan ên taybet nasekinin. Em jî erkdar in ku welatiyan tenê li wan rawestgihan hilgirin û daxin ji basan. Ev rawestgih ji bo welatiyan hatine çêkirin, lê weke ku tê xwestin pêk nayê. Carnan kesên bi temenê xwe mezin hene li rawestgihan nasekinin, em ji ber rewşa wan, disekinin, lê wekî din eger kesên ciwan ne li rawestgihan bin, em li wan nasekinin. ”
‘Hejmara basên gel kêm bûne’
Welatiyê bi navê Ismayîl Xilêf anî ser ziman ku basên gel ji bo civakê destekek e, lê hejmara basan kêm bûye û wiha got:“Tişta ku basên gel pê radibe û pirojeya şaredariya Qamişlo karekî gelekî girîng e di vê dema heyî de. Wekî em dizanin rewşa aborî ya welatiyan ne alîkar e ku li teksî an jî erebeyên taybet siwar bibin. Ev bas jî weke derfetekê ne ji bo me. Lê di dema heyî de hejmara wan pir kêm bûye, em jî neçar dimînin ku demeke dirêj li benda basan bin ku pê herin ser karê xwe. Em weke welatiyên bajarê Qamişlo daxwaz dikin ku hejmara basên bajêr pir bibe û seetên êvarî yên destnîşankirî ji bo xebata basan zêdetir bibe, herî kêm bimînin seet 8’ê êvarî. Wekî din jî bang li gel dikin ku bi sîstematîk li gorî biryarên rêveberiya basan tevbigerin.