Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bakurê Sûriyê Cejna Qurbanê

20/08/2018
in Uncategorized
A A
Li bakurê Sûriyê Cejna Qurbanê
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên bakurê Sûriyê cejna qurbanê pîroz dikin. Tevî hemû êrîş û dorpêçan jî welatiyên bakurê Sûriy daketin sûk û kolanan amadekariyê cejnê kirin.

Bi boneya cejna Qurbanê kolan û bazarên bajarên herêma Firatê bi welatiyan hatin dagirtin. Hêzên Asayîşê jî tedbîrên ewlehiyê digirin û aramiya li herêmê diparêzin.

Sûkên Kantonên Kobanê û Girê Spî bi hatina cejna Qurbanê geş dibin.

Di kolan û bazarên van bajaran

de tevgera welatiyan zêde bûye û welatî pêdiviyên xwe û bi taybet şîraniyê ji bo cejna Qurbanê dikirin.

Welatiyan diyar kirin ku nirxên cilûbergan îsal gelekî bilind e û gotin ku buhaya şîraniyan baş e.

Yek ji rêûresmên cejna Qurbanê, pêşkêşkirina qurbanan e. Ji ber vê yekê welatî berê xwe didin bazarên sewalan û qur

banên xwe dikirin. Welatiyan diyar kirin ku buhaya qurbanan jî îsal baş e û di navbera 50 heta 60 hezar lîreyên Sûriyê de tên firotin.

Welatiyên bajarê Kobanê kêf

xweşiya xwe bi hatina cejna Qurbanê anîn ziman û diyar kirin ku ew pêdiviyên xwe ji bo pêşwazîkirina cejnê dikirin û bi taybet cilûbergên zarokan, qurban û şîranî û gotin: “Tevî ku buhabûn heye jî lê welatî neçar in pêdiviyên cejnê bikirin. bi saya fedekariya şervanên

YPG’ê û YPJ’ê û bi saya xwîna şehîdan em niha cejna xwe li welatê xwe pîroz dikin.”

LI HERÊMÊN RIZGARKIRÎ CEJN

Bi hatina cejna Qurbanê re tevgera welatiyan di nav sûkên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê de zêde bûye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên parastinê xurt kirine.

Polîsên trafîkê rê li ber ketina erebe û motorsîklêtan li nava sûkan girtine. Piştî 4 salan ku ji dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar bûn, şêniyan ji bo kirîna pêdiviyên cejnê berê xwe da sûkan. Bi nêzîkbûna cejnê re şênî qurbanan ji sûkê sewalan dikirin. Îsal ji salên din bêtir sûka sewalan bi firoşkar û muşteriyan geş bûye. Buhayê her qurbanekî li gorî pîvan û cureya her sewalekî cuda ye.

Di aliyê ewlekariyê de jî tîmên mudaxeleyên lezgîn û ambulans di nav bajaran de digerin…ANHA

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.