Zana Roj/ Şehba
Ji durbûn û veqetîna dar û zeytûnên xwe yên ku bûne armanca komên çeteyan di Efrînê de, koçberên Efrînê li herêma Şehbayê bi hatina demsala komkirina zeytûnan, ji bo debara jiyana xwe dest bi çinîna zeytûnên herêmê kirine û weke demeke vegerîna li bîranînên zeviyên xwe pênase dikin.
Weke me gelek caran behis kiriye ku herêma Şehbayê bi darên xwe yên zeytûn û fistiqan tê naskirin, ev dar yek ji berhemên bingehîn yên aboriya herêmê û civakê ne.
Efrîna ku bi darên xwe yên zeytûnan di giştî Sûriyê de dihate naskirin ku xwediyê zêdetirî 11 Milyon darên zeytûnê bû. gelê wê aşiqê zeytûn û şaxên darê wê ne, li ser wê bingehê demsala komkirina zeytûnan weke demsaleke pîroz dihate destgirtin. Koçberên Efrînê jî yên ku nêzî 7 sala ne ji herêma xwe koçber bûne, li herêma Şehbayê bi mijûlbûna bi zevî û çandiniyê re dabara jiyana xwe dikin. Her sal di demsala komkirina zeytûnên herêmê de gelê Efrînê xwe di nav de dibîne û dest bi çinîna mewsimê bi gelê Şehbayê re dikin. di aliyê din de ji ber piraniya gelê herêmê ji ber sedemên cuda ji herêmê derketine, qismeke mezin ji zeviyên zeytûnan di destî komîteya çandiniyê de ne û xwedî lê derdikeve. Di vê demsalê de careke din di komkirina van berheman de gelê Efrînê xwe tê de dinîne û him jî dibe jêdara debara jiyana wan. Têkildarî rakirina berhemên zeytûnan yên îsal de berpirsê Komîteya daran li kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Ebdo her wiha jina kedkar yê bi navê Fatmê Bekir ji rojnameya me re axivên.
Xeteriya li ser gel di rakirina berhemên zeytûnan de
Mihemed diyar kirk u ji ber rewşa herêmê wan zû dest bi komkirina mewsimê kir û wiha got: “Herêm di van demên dawiyê de rastî gelek topbaranên dagirkeriya Tirkiyê tê, bi taybet bi geşedanên dawiyê re her roj di dem û cihên cuda de herêmê bi giştî digire hedef. Navşeya Şêrawa yek ji xetertirîn herêmên me ye û weke xeta sînor di navber me û komên çeteyan de tê pênasekirin. Beşeke mezin ji darên zeytûnan yên di destê me de li wirin her wiha yên hemwelatiyên wan gundewaran jî li wir hene, bi topbaranên dagirkeriya Tirkiyê re em mecbûr man ku berhemên wan deveran hinekî zûtir rabikin, da ku gel û kedkar rastî êrîên dagirkeriyê neyên. Lê her çiqas em xwe biparêzin, dijmin di her kêliyê de hemû herêmê hedefdigire û gelek caran kedkar û malbatên ku ji bo komkirina zeytûnên bi zanebûn xistine hedef”.
Avakirina atoliyên çinîna zeytûnan
Mihemed di berdewamkirina axaftina xwe de ev anî ziman: “Weke ku tê zanîn niha dema çinîna zeytûna ye û me jî dest bi rakirinê kir, hejmara darên ku di destê me de nêzî 9500 darên zeytûnê ne. Ev xebat bi riya atoliyan hatiye destpêkirin 3 atolî me avakirin û nêzî 75 kedkar tê de kar dikin û sûd digrin. Gelê Efrînê bi hezkirina xwe ji zeytûnan re tê naskirin, me jî xwest bi van xebatan em him di aliyê madî de bibin alîkar him jî di aliyê manewî de. Bi rastî jî ev yek tê xuyakirin çawa ku bi hezkirin û kêfxweşî derbasî nava zeviyan dibin û bi hêviya vegera Efrînê û çinîna zeytûnên xwe nêz dibin. Armanca me ye sereke ku em bi gel re bibin alîkar ji lewra ji nû de nêzî 1000 darên zeytûnê me xistiye xizmeta gelên li herêmê”.
Dorpêç bandora xwe li ser berhemdana daran dike
Mihemed bal kişand ser xwezaya xwedîkirina zeytûnan û bandora dorpêçê û wiha pê de çû: “Efrînî di xizmetkirin û çawaniya derketina kalîteya zeytê ya herî baş de; pir baş nasdikin û li ser wê esasê xwedîkirina daran jî wiha dikirin, xwezaya darên zeytûnê salekê berhem dide û salekê jî nade, di ew sala ku berhem nade de divê lê baş were nêrandin, û dema ajotina axa wê divê di dema wê de bê kirin her wiha cûreyên semad yê gûncav jê re bê dayîn û qusandina wê jî di dema wê de bê kirin. Bê guman rewşa herêma Şehbayê gelek cuda ye di aliyekî de em êşa dorpêça Hikuemta Şamê dikşînin, ev yek ji topbaranên dagirkeriya Tirkiyê be qute. Ji lewra di aliyê peydakirina sotemenî û bêdiviyên daran de em astengiyan dikşînin. Ev yek jî yekser bandora xwe li ser berhemdana daran jî dike”.
Bi hêviyên mezin… çinîna zeytûnan
Her wiha dayîka Fatme wiha behsa hatina xwe ji komkirina zeytûnan re kir: “Zeytûn û xwedîkirina wan li gel min weke xwedîkirina zarokan e, ev yek ne tenê li gel min wisa ye li gel hemû dayîkên Efrînê yên ku niha bi hesreta girtina şaxên darên xwe ne. Ev karê ku em dikin bi hezkirin û xwestek tê kirin ji ber him em jê hezdikin û hem jî dibe alîkar bi me re. Hevjîna min nexweşe û ew nikare gelek karan bike, ji ber vê jî ev derfeteke ku ez bixebitim û debara jiyanê pê bikim. Em rojê 7 saetan dixebitin û her saetek bi 8 hezaran tê hesibandin, bê guman rojane em dikarin bi malbata xwe re bibin destek û alîkar. Ez her roj bi hêviya vegera nêz ya ser xaka xwe û çinîna zeytûnên Efrînê têm kar, baweriya me mezine wê rojek bê û emê wan çeteyan ji nava zeviyên xwe yên pîroz biqewitînin”.