Argêş Herekol/Qamişlo
Mihrîcana bi navê Melodîyên Payizê ya hunerî bi domandina 4 rojan dawî bû. Bi çalakiyên cûr be cûr yên hunerî di Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê hat pêşkeşkirin. Welatiyan bi coşekê mezin tevlî Mihrêcanê bûn.
Roja destpêkê ya Mihrîcanê de, Koma Yekpar a Zarokan li ser dika navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê gelek stranên gelerî û herêmî hatin strandin. Li heman deverê ji aliyê Koma Şano ya Yekpar a Zarokan ve 2 şano bi sernavên `Windayî` û `Tabloya Çandî ya Gelêrî` hatin pêşkêşkirin. Roja duyemîn de jî Şanoya `Windayî` behsa girîngiya hevgirtinê, hevaltiyê û wê çawa kes parastina xwe bike kir, ew şano bi mînaka ajalan ji aliyê 2 lîstikvanan ve hate pêşkêşkirin. Di heman demê de helbestvan Dilyar Osê, û Ehmed Huseynî di roja 3’emîn ya helbestên xwe dan pêşkeşkirin ji bona temaşevanan.
Di heman demê de gelek tabloyên di alîyê zarokan hatibun xêzkirin di bin navê Yekpar hatin pêşandan. Di aliyê welatiyan ve ev hatin zîyaret kirin. Roja 4’emîn jî ev mihrîcana Melodiyên Payizê bi coş hate pêşwazîkirin. Bi stranên Koma Yekpar yên gelêrî û heremî berdewam kir. Roja dawîyê ya Mihricanê de, xelatkirina endamên Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo ji bona pêşwazî û alikarîya mîhrîcanê kirin, di aliyê desteseya amadekar ya Yekpar hatin xelatkirin. Mihrican piştî xelat kirinê bi dawî bû.






