Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Gulîstan Gumuş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku dengê heqîqetê biçewisîne û polîtîkayên qirêj yên li ser civakê pêk bîne, rojnamevanan dike hedef, bi işkence û qetilkirinê dixwaze wan bê vîn bihêle.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî dengê azadî û rastiyê bê navber dewam dike. Hıkumeta AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo rastiyê bide veşarttin , di serî de rojnemevanêndengê rastiyê dike hedef.
Di derbarê erîşên dewleta Tirk yên li ser çapemeniya azad, nûçegihana JINNEWS Gulîstan Gumuş ji ronameya me re axivî.
‘Bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze rastiyê veşêre’
Gulîstan diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên girtin, qetilkirin û îşkenceyê dixwaze rastiyê veşêre û wiha got: “Heta niha 38 rojnamevan hatine girtinm, 9 rojnamevan jî hatine binçavkirin û bi gelek kiryarên qirêj re rû bir û hatin hîştin. Rol û misyona rojnamevanan pir girînge ku rastiya dewleta Tirk bi awayekî eşkere derxîne holê, tenê wêneyekî ji bo eşkerekirina sûcên pergalên zordest bes e, li çar parçeyên KurdIstanê, taybet şerê ku li Bakur, Başûr û li Rojava tê meşandin vê rastiyê bi awayekî eşkere raxist ber çavê cîhanê, ji ber vê jî desthilatdariya Tirk hewil dide rojnamevanan bêdeng bike da ku rastiyê veşêre. Çapemeniya azad jî bi israre ku diroka dewleta Tirk a qirêj bi pênûsa xwe derxîne heqîqetê.”
‘Dewleta Tirk çapemeniya azad ji bo xwe wek xeterî dibîne’
Gulîstan diyar kir ku dewleta Tirk çapemeniya azad wekî xeteriyekê li ser siyaseta xwe ya qirêj dibîne, ji ber vî yekê rojnamevanan digre, qetil dike, îşkence dike û wiha domand: “Bi Taybet girtina rojnamevanên jin di çarçoveya siyasêtên wê yên domdar ên li dijî mafê jinan, tên kirin. Çapemeniya azad xwe bi rêxistin kiriye, heta niha bi salan e dewleta Tirk polîtikayên zilim û zordariyê li ser çapemeniya azad dide meşandin. Sedema wê pir zelal li holê ye, nasnameya kurdan bi salan e bi polîtîkayên înkarê hatiye tunekirin û dewleta tirk dixwaze ku nasnameya gelê kurd were jibîrkirin, kurd nasnameya xwe nas neke û bê pişaftin.”
‘Çapemeniya azad zordariya li ser gelê kurd ji cîhanê re eşkere kir’
Gulîstan wiha domand: “Di vê pêvajoya ku li Bakurê KurdIstanê dewleta Tirk qeyûm avetên li ser şaredariyên, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dema ku gelê kurd rabû ser piyan û daxwaza maf û îrada xwe kir, hat qetilkirin, sergunkirin, cezakirin û girtin, bi gelek bê hiquqiyê re rû bi rû man. Ji ber ku çapemeniya azad xwast bibe dengê gelê kurd, bû hedefa dewleta Tirk û rojnemevan bi îşkenceyan hatin girtin. Rojnamevanên li pey rastiyan in bi êrişên sîstematîk ve tên astengkirin, di heman demê de li Amedê û Êlihê hevalên me yên rojnamevan bi zext û êrişan re rû bi rû man. Herî dawî di protestoya dijî qeyûmê Êlihê de nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya bi lêdanê û bi kaşkirina erdê re hat binçavkirin. Û hevala me ya rojnamevan Mizgîn Sonuk li Êlihê hat girtin. Lê ev zext nikarin me bêzar bikin û kedkarên çapemeniya azad tevî hemû zextan jî wê rastiyan ji gel re ragihînin.
Ji ber hişmendî û zordariya dewleta Tirk gelek kesan dest bi nûçegihantiyê kir û hemû zilim û zordariya dewleta tirk îfşa kir. Dewleta Tirk ji ber ku îfşa bû û hemû polîtîkayên wan yên qirêj derket holê, bi vî re hemû cîhan rastiya dewleta tirk dît, ji ber vî jî xwest li ser çapemeniya azad zilim û zordariyê bide meşandin ku çapemenî dev ji rastiyê berde. Tevî hemû eriş û qetlîam û girtinan jî, bi salane çapemeniya azad wek mîrasekê li ser şopa heqîqetê karê xwe dimeşîne.”
‘Rojnamevanên jin bi kiryarên bêhiqûqî re rû bi rû dimînin’
Gulîstan da zanîn ku di vê pêvajoyê de yên ku herê zêde zehmetiyan û bi tûndiyê re rû bir û man jin bûn û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku jin di nav malbatê de bi hişmendiya mêr mezin bû û derbasî xebatên çapemeniyê bû, di vir de jî bi hişmendiya Dewletê re rû bi rû ma, rûxmê hemû bêhiqûqiyan jî li ber xwe da, gelek caran hevalên jin yên ku têne binçavkirin bi awayek bêexlaqî hatine lêgerînkirin.”
‘Çavê gelê kurd li çapeniya azad e’
Nûçegihana JINNEWS Gulîstan Gumuş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste her rojnamevanekî vî karî ji bo xwe wekî spartekê kî bibîne, em wek rojnamevan di çavê gelê kurd de hêvîne, ji ber ku gelê kurd heviyek di çapeniya azad de dibîne. Ji ber vê jî pîwîste rojnamevan rê nîşana civakê bide û bibe çav û pênûsa rastiyê, herwiha pêwîste her rojnamevanek li hember erîş, girtin û îşkenceyên dewleta Tirk li ber xwe bide û di tekoşîna xwe de bi israr be.”






