Dîlan Mulhim/ Qamişlo
Rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo diyar kirin ku damezirandina PKK’ê ji bo tevahiya gelê kurd bû vejîn û wiha gotin: “Bi avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê re jina kurd bû xwedî nasname û civaka kurd hat birêxistinkirin.”
Girêdayî salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdisatnê (PKK), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo û Xêriya Hesen ji rojnameya me re axivîn.
‘PKK’ê ji bo gelê kurd serdemeke nû bû’
Cîhan Gulo anî ziman ku damezrandina Partiya Karkerê Kurdistanê ji bo gelê kurd serdemeke nû bû û wiha got: “Gelê kurd û bi taybet dayîkên şehîdan, ji destpêka ku PKK’ê dest bi têkoşînê kir, me dest xwe daye vê tevgerê. Herwiha ji bo vê tevgerê em kar û xebatên xwe bê navber berdawam dikin. Di salên 84’an de, Partiya karkerên Kurdistanê PKK ’ê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, di wê demê de ji wan re digotin daxwaz. Dema ku Partiya PKK’ ê daket Rojavayê Kurdistanê ji gelê Rojava hebûn bû. Ji ber ku gelê kurd LI Rojava hatibû pişaftin, PKK’ê ji bo gelê kurd bû her tişt. Vê tevgerê hebûna gelê kurd û bi taybet hebûna jinê misoger kir. Ji ber ku di wê demê de jin bindestbû. Partiya PKK’ê hêzek ji bo jinê avakir, îro bi saya wê jinê di tevahiya qadan de cihê xwe girt û bû pêşeng. Dema em behsa PKK`ê dikin, em dikarin bêjin ku ew partiya zanîn û şehîdan e, ya ku wijdana mirovayiyê parastiye. Şansê gelê Kurd heye ku PKK’ê derket. PKK’ê xwedî fikir û zanistê ye. Damezrînerên wê, têkoşerên rastî û xwedî fikr û bawerî ne ji bo ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixe.”
‘PKK ’ê qonaxeke nû ji gelê kurd re afirand’
Cîhan Gulo da zanîn ku PKK’ê bi xwe ne ji wan partiyên ku bi fikr û rêxistina xwe bi terzê kilasîk û kevnar yên mîna partî û tevgerên kurdan e û wiha got: “Em nikarin hevrûkirinekê
di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û partiyên din de çêbikin, ji ber ku PKK’ê li ser fikr û rêbazîkî nû hat afrandin. Di heman demê de tiştê ku PKK’ê ji bo gelê kurd kir, van partiyên berê yên kurdan nikarîbûn pêk bînînin, lewma gelek ji van patiyan jî li dijî vê fikr û felsefeya nû kar dikin. Bi derketina PKK’ê re sûdeke mezin li gelê kurd hat kirin ku destpêka qonaxeke nû ji bo gelê kurd hat afandin û vê partiyê dîroka kurdan, ziman, nasname û çanda kurdî bi cîhanê jî da naskirin. Ev qonaxa nû ya li ser fikr û felsefeya Netewa Demokratîk nefes da civakê, di serî de jin ji hişmendiya malbat, dewlet û kevneperstiyê a serdest hat rizgarkirin. Bi vî awayî jina kurd li nik zilamê kurd xwe bi rêxistin kir û sîtstema hevseroktiyê hat çêkirin. Gelê şoreşgerî li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya jinê biryara destpêkirina têkoşeriyeke bê hempa di vê qonaxa nû de da. Jina kurd li Kurdistanê dest bi berxwedaniyekê kir ku xwe di hemû waran de, weke milê siyasî, aborî, civakî û hwd… li pêş xist di aliyê leşkerî de bû. Berxwedaniya jinan ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de yê li Rojava û Şengalê da meşandin, berxwedaniyeke bêhempa bû.”
Destpêka damezrandina PKK’ê
Endama Meclisa MalbatêN Şehîdan Xêriya Hesen jî balkişand li ser damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û wiha got: “Ji destpêka ku şehîd Heqî Qerar şehîd ket,Partiya Karkerê Kurdistan ava bû û di sala 1978’ an de bi 22 kesen ev partî hate damezrandin. Di wê demê de Rêber Apo got em ê partiyekê avakin ji ku em tola şehîdên xwe rakin. Ragihandina partiya di 27’ê Mijdara 1978’an de bû. Ji wê demê heta roja îro ew fikir û felsefeya Rêber Apo belav bû û hîn jî berdewame li ser vî bingehî li berxwe dide. PKK’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, gelek têkoşîn û berxwedanî kiriye û hîn jî dike.”
‘PKK’ ê ji bo jina kurd bû nasnameya jina azad’
Xêriya Hesen axaftina xwe wiha qedanid: “Rêber Apo gelek deskeftî da jinê, ku îro jinê di gelek qadan de cihê xwe girtiye. Herwiha Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo jinên kurd bû nasnameya jina azad, bi saya Rêber Apo û PKK’ê jin di nava civakê de guhertineke mezin çêkir. Jin di aliyê leşkerî de pir li ber xwe dida ku jinê di çepelê çiyan de jinê şerekî mezin li hemberî dagirkeriya Tirk kiriye, bi avabûna Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê ji bo jinê bû riya azadiyê ku roja îro jin bûye xwedî hêzeke mezin. Di hemanê de Partiya PKK’ê ji bo jina kurd bû riya azadiyê û pêşketinê, heta roja îro jin bi taybet şervanên YPJ’ê berxwedaniyê û têkoşînê dike.”






