Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dibistanan Meclisên Malbatên Şagirtan tên avakirin

23/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li dibistanan Meclisên Malbatên Şagirtan tên avakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Rêvebera Dibistana Şehîd Gabar ya Amadeyî Henan Bekir diyar kir ku armanc ji avakirina Meclisa Malbatên Şagirtan avakirina têkiliyên xurt di navber dibistan û malbatên xwendekaran de da ku pirsgirêkên xwendekaran bi awayekî hevbeş bên çareserkirin.

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîsetma xwendinê veghurî ya Rêvebriya Xwser, êdî her kes kare bi zimanê xwe xwendinê temam bike, desteya Perwede û Fêrkirinê bi her awayan hewil dide ku sîstemeke xwendinê ya herî pêşketî ji xwendekaran re pêşkêş bike, her sal pilanên nû ji bo pêşerojeke geş ji bo xwendekaran re pêşkêş bike hewildanan dike, di pilanên wan de di vê salê de, biryar hate dayîn ku di hundirê dibistanan de Meclisa Malbatên Şagirtan bê avakirin bi armaca xurtkirina têkiliyan di navbera xwendekar, mamoste û malbatan de.

Derbarê mijarê de rêvebera Dibistana Şehîd Gabar ya Amadeyî ya li bajarê Qamişlo Henan Bekir ji rojnameya me re axivî.

‘Xurtkirina têkiliyan di navbera xwendeka, mamoste û malbatan de’

Rêvebra dibistana Şehîd Gabar Henan Nemet Bekir diyar kir ku armanca bingehîn ji avakirina Meclisa malbatên Şagirtan xurtkirina têkiliyên di navbera xwendekar, malbat û dibistanê de û wiha got: “Armanca me ew e ku malbatên xwendekaran di pêşveçûna perwerdeyê û çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran de beşdar bibin. Herwiha da ku malbat piştgiriyê bidin xwendekar, mamoste û dibistanê.  Biryara avakirina mrclisên malbatên şagirtan di civaîna desteya Perwerde û Fêrkirinê ya ku di meha havîna borî de hatibû lidarxistin, hat girtin.”

 ‘Pêwistî hebû Meclisa Malbatên Şagirtan bê avakirin’

Henan Nemet Bekir destnîşan kir ku pêwistiyeke hebû da ku bêtir girêdan di navbera malbatên xwendekaran û dibistanê de bê kirin ji hêla mamostan û rêveberiya dibistanê,  ji bo ku çi pirsgirêkên ku derbikeve weke meclis û mamosteyên di hundirê dibistanê de karibin bêtir têkildarî van malbatan bin û pirsgirêkan çareser bikin. Ji xwe Ev meclis ji destpêka vekirina dibistanê sala 2024-2025`an kete mertiyetê.

Mekenîzmeya birêvebirina meclisê

Henan Nemet Bekir wiha pê de çû: ” Civîna meclisê wê her mehekê carekê bê l dar xistin, wekî din eger rewşên awarte derkeve, rêveberiya dibistanê agahiyê dide meclisê, weke civîneke awarete wê bê li dar xistin ji bo eger pirsgirêke hebe çareser bikin an pêşîniyar hebin da ku karibin bêtir dibistanê aktîv bikin, destekê bidin xwendekar ji aliyê sîstema perwerdê da ku pêşketin tê de çêbibe.  Dema ku sala xwendinê destpê bû civîneke ji bo malbatên xwendekaran hate lidarxistin ji hêla rêveberiya dibistanê ve, di hundirê vê civînê de ji malbatan re hate şîrovekirin ku sîstemeke wiha wê bikeve hundirê dibistanan, ji bo kesên dixwazin xwe hilbijêrin di hundirê meclisê de, hin kesan xwe hilbijartin, kesên hatin hilbijartin bi deng dayînê bûn weke meclis bi alîkariya rêvebriya dibistanê. Meclis li ser asta dibistanên herêma Cizîrê piraniya xwe hatin avakirin, hin ji wan hîn tên avakirin da ku malbatan tevlî vê meclisê bikin, hin dibistan jî ji ber rewşên wan yê taybet hebû derfet tune bû ku ava  bikin. Avakirina vê meclisê di hundirê dibistanan de, ji bo pirsgirêkên weke neamadebûna xwendekaran sibehê, dema ku dereng bimîne û destûrên wan pir dibin, cil û bergên wan li gorî sîstema dibistanan bimeşin, weke dîtir ji bo nirxandina xwendekar, çawa tên nirxandin û li ser çi esasî mamoste çawa wî dinirxîne di her biranşekî de ji bo hemû malbat bikevin rewşa nirxandina xwendekaran de. Hejmara edamên meclisê ji 10 heta 15 kesan divê tevlî vê meclisê bibin, 5 endam mamosteyên dibistanê ye û 5 endamên din heta 7 endaman ji malbatên şagirtan pêk tê.  Hevserokê dibistanê meclisê dimeşîne, dema ku weke meclis civîn tê li dar xistin hevserokên dibistanê civînê bi rêve dibe

Post Views: 154
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.