Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste civaka navneteweyî li gorî biriyarên zagonî tevbiger’

23/11/2024
in NÛÇE
A A
‘Pêwîste civaka navneteweyî li gorî biriyarên zagonî tevbiger’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Insiyatîfa Parêzerên Sûrî bi daxuyaniyekê da zanînin ku biryara cezayên dispilînê li ser Rêber Apo, dîmenekî diramaktîk ê dewleta Tirk  ji du aliyan ve dide xuyakirin, yek jê îşkence û ya din jî pêkanîn sûcên dijîmirov ye û got, da ku tecrîd bi dawî bibe divê civaka navneteweyî li gorî madeyên zagonî tevbigere.”

Insiyatîfa Parêzerên Sûrî  Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî berdewmiya pergala tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘Kiriyarên qedexekirina hevdîtinan sûcekî dijmirovî ye’

Di destpêka daxuyaniyê de Insiyatîfê destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtinên bi Rêber Apo sûcekî dijmirovî ye û wiha got: “Di 6 Mijdarê de Parêzerên Rêber Apo raporek ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ji dadgeha duyemîn a bicihkirinê li Bûrseyê re pêşkêş kir. Dewleta Tirk ev xwesteka hevdîtinê red kir û 6 mehên din cezayên dispilînê zêde kir, biryara qedexekirina hevdîtinan, binpêkirineke domdar e ji bo zagonên navnetewî ye. Ji ber vê yekê dîmenekî diramaktîk ji du aliyan ve dide xuyakirin, yek jê îşkence û ya din jî pêkanîn sûcên dijîmirovî li ser bingehê nijadperestî û desthilatdariyê. Di heman demê de tekez dibe ku dixwaze fikir û siyaseta gelê kurd a berxwedêr biçewisîne. Herwiha danûstandinên dewleta Tirk ên tektîkî li ser mijara azadiya fîzîkiya Rêber Apo dide diyarkirin. Ev mijar ne tenê pirseke mirovî ye, lê belê azadiya Rêber Apo, çareserkirina pirsgirêka gelê kurd e. Ev yek jî  ji hemû aliyan ve gaveke jêneveger e. Biryara qedexekirina hevdîtinan a ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve, derheqê doza gelê kurd û azadiya Rêber Apo paşguhkirinke e. Bi taybetî piştî destpêkirina pêngava cîhanî ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji 74 navendên  cîhanê, bi durşmeya “Azadiya fîzîkî  ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re  bi şêweyên cuda li cîhanê tevî belav bû û bandorke mezin ava kir hîn jî di asta xwe ya herî dijwar de ye.”

 ‘Dewleta Tirk madeyên zagonî yên navnetewî bin pê dike’

Insiyatîfa Parêzeran da zanîn ku dewleta Tirk biriyarên zagonî yên  navnetewî diçewisîne û wiha domand: “Lewma jî em tevahiya cîhanê bi şepolên xwe yên serbixwe û yên desthilatdar, li ser xeteriya dewamkirina tecrîdê agahdar dikin. Herwiha ji wan re didin xuyakirin ku biriyara tecrîdê, kiriyarke dûrî madeya 3’yan ji Peymana Ewripî ya Mafên Mirovan a  sala 1950’î ye. Li aliyekî din jî binpêkirineke derbarê madeya 7’an ji Sîstema Roma ya Dadgeha Tewanên Navnetewî ya Lahayî ku di sala 1998’an de li dar ket. Tecrîd  li dijî madeya 5’an a Peymana Navnetewî ji bo Mafên Sivl û Siyasetmedaran, hem jî madeya 1 û 2’yan ji Peymana li dijî Êşkenceyê ya 1984’an.”

 ‘Pêwîste civaka navdewletî li gorî biriyarên xwe tev biger’

Insiyatîfa Parêzerên Sûrî  Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku da ku tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin divê civaka navdewletî li gor biriyarên xwe tevbigere û wiha got: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku biryarên cidî ji bo bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê, bidin. Bi mercê ku biriyar li gorî riya çareseriyê be ya ku Rêber Abdullah Ocalan  mafên mirovan û siyasetmedar di 22’ê Mijdara 2024’an de pêşkêş kir. Di heman demê de bi awayekî lezgîn bang dikin ku divê biryara 173/ 43’an pêk were, ev biriyara di 9’ê Berfanbara 1990’î de hat dayîn û mafê kesê her kesên rastî îşkenceyê tê, diparêze.  Pê re jî pêwîste civaka navdewletî li gorî biryara ku di 4’ê Berfanbara 1990’î de hat dayîn a rêgezên têkiliya bi kesên girtî re, bimeşe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.