Mûşîre Mele Reşîd diyar kir ku divê jinên Kurd li dijî êrîşên dagirkeran yekîtiya xwe xurt bikin.
Endama Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê ya kantona Efrînê û Şehbayê Mûşîre Mele Reşîd bal kişand li ser êrîşên hêzên dagirker yên li ser Kurdistanê û got, “dewletên desthilatdar êrîşên xwe li ser çar perçeyên Kurdistanê berdewam dikin. Bi van êrîşan di serî de jinên kurd hedef digirin. Divê jinên Kurd li dijî van êrîşan yekîtîya xwe xurt bikin .”
Mûşîre wiha axivî, “Niha li Rojhilatanavîn aloziyeke mezin diqewime. Hêzên ku Kurdistan parçe kirin dîsa niha li ser gelê Kurd planên nû pêşdixin. Hewl didin careke din kurd nebin xwedî statuyek û bi çand û dîroka xwe bên tune kirin.”
Mûşîre destnîşan kir divê gelê Kurd û jin li hember hemû êrîş û lîstokan hişyar bin û wiha dewam kir, “divê gelê kurd û jinên kurd li çar perçeyên Kurdistanê li hember van êrîşan û lîstokan hişyar bin û yekîtîya xwe xurttir bikin . Ji ber ku hêzên desthiladar projeya netewa demokratîk û biratiya gelan qebûl nakin û berevajî dixwazin desthiladarî û sîstema xwe ya netewperest berdewam bikin.”
Mûşîre balkişandi ser êrîş û şerê ku niha li tevahî Kurdistanê û herêmê diqewime û got; “ev hemû êrîş di bingeh de jinan hedef digirin. Dixwezin jinan lewaz û bê îrade bihêlin. Lê jin her diçin asta têkoşîna xwe bilind dikin û li dijî êrîşan gav paşde navêjin.”
Mûşîre di berdewama axaftina xwe de balkişandi ser berxwedana jinên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê û got; “Jinên kurd bi îradeya xwe û hêza xwe bersiv da hêzên ku serweriya xwe li ser Kurdistanê didomînin.”
Di dawiya nirxandina xwe de Mûşîre Mele Reşîd ev tişt anî ziman, “divê jinên kurd ji bo ku bibin bersiva êrîşên dagirkeran divê rêxistinbûna xwe xurt bikin û yekîtîya xwe avabikin.”
Şîlan XOCE