Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo silavên Rêber Apo bi bextewarî hat pêşwazîkirin

21/11/2024
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo silavên Rêber Apo bi bextewarî hat pêşwazîkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şêniyên kantona Qamişlo ji bo pêşwazîkirina silavên Rêber Apo yên ku ji gel re şandiye, herwiha daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meşeke girseyî li bajarê Qamişlo lidar xistin.

Ji aliyê Insiyatîfa Gel ve, li ser asta bajarê Qamişlo ji bo bersivdayîna silava Rêber Apo ya ku ji bo gel re şandiye, di bin dûrişmeya “Rêber Apo vîna me ye”, herwiha bi rihê berxwedana Îmralî, Gerîla û gelê azadîxwaz teqez em ê biserkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, meşeke girseyî lidar ket. Di meşê de bi 1000’an gel ji 7 salî heya 70 salî, di heman demê de hemû sazî û rêxistinên di bin sîwan Rêverberiya Xweser de beşdar bûn.

Di meşê de silganên “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Bican bixwîn em bitere Ocalan” hatin qîrandin.

Meş ji pêş Dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş hat destpêkirin û li çarxaneya Felahîn veguherî mîtîngê. Berî mîtîng dest pê bike, hemû kesên beşdar tevlî xuleyeke bêdengî li ser giyanên şehîdên azadiyê bûn, herwiha sirûda “Ey reqîb” ji aliyê ciwanan hate xwendin.

Piştre li ser navê Insiyatîfa Gel Remziya Mihemed ku bi zimanê kurîd û Heyan Elxewîr bi zimanê Erebî axaftin hate kirin.

Remziya Mihemed diyar kir ku xwesteka wan silavê xwe bighînin Rêberê netewî Rêber Apo û wiha got: “Sed silav ji bajarê Qamişlo heya girava Îmiraliyê. Em her roj bi Rêber Apo re jiyan dikin, her roj bi berxwedana wî re têkoşîna xwe mezin dikin. Beriya çend rojan Rêber Apo ji bo tevahî gelan silav şandin e, demekî ku Rêber Apo ji me bêtir bi me dihizire. Rêber Apo bi 4 gotinan di hevdîtina xwe de, silav daye, tecrîd şermezar kiriye, tundiya ku di hundirê zindanê de tê meşandin, di nav tecrîdê de dide diyarkirin, him jî bilindkirina têkoşîn û berxwedanê wê bibe encama serkeftin û azadiyê da diyarkirin, him jî rêya çareserkirinê ku wê ji Îmraliyê derkeve ji bo tevahî netewan dide diyarkirin. Rêber Apo wiha dibêje ’Tenê win zemînê ji min re amade bikin, ez ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî amade me’. Çiroska azadiyê ji Îmraliyê derdikeve, ev çirozik wê li tevahî cîhanê belav bibe.”

Heyan Elxewîr anî ziman ku berxwedan ji tecrîdê meztir e û wiha got: “Rêber Apo hêza wî ya pratîkî û teorî heye ku hemû pirsgirên Rojhilata Navîn û Cîhanê çareser bike. Herwiha hêza wî ya ku van hemû şerên heyî yên li ser rûyê erdê veguherîne çareseriyeke siyasî û hiqûqî.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.