Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rola sereke a jinan parastina civakê ye

20/08/2018
in Uncategorized
A A
Rola sereke a jinan parastina civakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên ku beşdarî yekemîn konferansa HPC’ê ya li Kobanê bûn diyar kirin ku rola sereke ya jinan parastina civakê ye û wiha gotin, “Jin bi hêz,îrade, fikir û felsefeya xwe divê parastina xwe û civaka xwe bike. Erka me ew e ku em hemû jinên civakê li ser parastinê perwerde bikin.”

Jinên ku beşarî konferansê bûn di derbarê 1. Konferansa xwe de û girîngiya parastinê anîn ziman û destnîşan kirin ji bo ku civakeke rast were ava kirin, divê jin bingeha parastina wê civakê be.
Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya Kantona Kobanê duh 1’emîn Konfransa xwe li darxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn derbarê girîngiya konferansê de nêrînên xwe anîn ziman.

DIVÊ EM PARASTINA XWE XURT BIKIN

Rohilat Mustefa Konferans pîroz kir û wiha got: “Armanca me ji vê konfransê ew e ku em parastina rewa xurtir bikin û rêya parastinê li pêşiya jinan vekin da ku xwe, mala xwe, taxa xwe û welatê xwe biparêzin. Ji bo vê jî em îro dibînin ku jin bi hejmareke mezin tevlî vê konfransê bûne.”

JIN WÊ CIVAKÊ BIPARÊZE

Rûjîn Salim ya ji bajarê Derayê ye wiha got: “Îro jin ji %50 tevlî konfransê bûne. Armanca me ew e ku em cihê xwe di nava parastina welatê xwe de bigirin. Him parastina xwe, parastina îdolojiyê, siyasetê û civakê jî. Îro jin bingeha avakirina civakeke parastî ne. Jin bi hêz,îrade, fikir û felsefeya xwe divê parastina xwe û civaka xwe bike. Ji bo vê jî em dibêjin divê her kes erka parastina welatê xwe bike û bi taybet jî jin.”

EM Ê JINAN PERWERDE BIKIN

Herî dawî Mizgîn Ebdilqadir jî wiha axivî: “Weke jinên HPC`ê cih girtina di nava qada parastinê de gavek bû ku em tirsa bi salan di dilê jinan de bişkînin. Me perwerde dît û me çek jî hilda. Ev yek hîşt ku em bibin wêneyek ji jinên civakê re ku ew jî bi me bandor bibin û ew jî xwe li ser vî bingehî bi rêxsitn bikin. Soza me jî ewe ku ew jinên ku hîna di malan de ne wan li ser van esasan perwerde bikin.” …JINNEWS

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.