Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi boneya Roja Cîhanî a Zarokan (20’ê Mijdarê) Rêxistina Nûdem, Rêxistina Stêrk û Weqfa Jina Azad, di bin dûrişmeya “Bila Tava Kêfxweşî bibiriqe” li navenda Weqfa Jina Azad a bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.
Îro ji aliyê Rêxistina Nûdem, Rêxistina Stêrk û Weqfa Jina Azad, bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan di bin dûrişmeya “Bila Tava Kêfxweşî bibiriqe” li navenda Weqfa Jina Azad a bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Di şahiyê de zêdeyî 50’î zarokî/ê û hin malbatên wan beşdar bûn, ew zarok yên Rêxistina Stêrk ên taxa Hilêliyê û zarokên astengdar ên Rêxistina Nûdem bûn.
Şahî bi gerandina govendê ji aliyê zarokan ve dest pê kir, herwiha di şahiyê de pişbirkên cûr bi cûr di navbera zarokan de hatin lidarxistin, di heman demê de ji aliyê Koma Kulîlkên Rojava ya taxa Qidûrbek 5 staran hatin pêşkêşkirin, Kovara Mizgîn li zarokên beşdar hatin belavkirin.
Di heman çarçoveyê de Rêvebera Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan
Nisrîn Hisên diyar kir ku lidarxistina şahiyê bi taybet ji bo zarokên astengdar bi armaca hêzdayîna wan bû û wiha got: “Ji bo ku em zarokên astengdar di milê derûnî de bi hêz bikin, da ku ew bi xwe wekî zarokekî çalak hîz bikin me ev şahî lidar xist. Herwiha di pêşerojê de jî em hewl bidin şahiyên bi vî rengî, ji zarokên astengdar lidar bixin.”
Rêvebera Rêxistina Nûdem a astengdaran Daviyan Mehmûd da zanîn ku armaca wan ji
şahiyê komkirina zarokan li gel hev û wiha got: “Me xwest bi vê şahiyê zarokên astengdar, zarokên nexweş û zarokên normal bînin gel hev, em ji civakê re bidin xuyanîkirin ku cûdahî di navbera zarokan de tuneye. Em hêvî dikin zarokên herêmên dagirkirî ku li kampa jiyan dikin, vegerin ser xaka xwe û bi bextewarî jiyan bikin.”






