KNK’ê Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, “Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, “cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewitandin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi her awayî dewam dike. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin.”
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî gelê Kurdistanê dike û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakriyek mezin êrîşên dijminan pûç dikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ne ew gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye. Di peyama KNK’ê de hate gotin, “Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.”
Di dawiya peyama KNK’ê de hate gotin, “Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike.”