Argêş Gewda/Qamişlo
Xebatkar û pêşkêşvanên Ronahî TV Newroz Demhat û Cûdî Elî dan xuyakirin ku asta ragihandina Kurdî ezmûnek ava kiriye û di heman demê de bibîrxistin ku Ronahî Tv di perwerdekirina civakê de, risteke mezin girtiye ser mile xwe.
Di 21’ê Mijdara 2011’an de, Ronahî TV li Ewropayê hat avakirin û dest bi weşanê kir. Lê bi taybetî Qamişlo, Kobanê û Efrînê jî xebatên Ronahî TV hatin meşandin. Piştî demeke weşana test, dest bi weşana xwe ya fermî kir û cara pêşîn tenê 3 demijmêran dest bi weşanê hat kirin. Di wan 3 demijmêran de jî, nûçe bi zimanê Erebî û Kurdî hatin weşandin. Di salvegera xwe ya sala 2’yem de, Ronahî TV weşana xwe kir 24 demijmêr.
Ronahî TV nûçeyên xwe bi van zimanan pêşkêş kirin: Her du zaravayên Kurdî (Kurmancî û Soranî), zimanê Erebî, Îngilîzî û Fransî. Piştî 2017’an hemû navendên xebatên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin. Kanalê piştî derbasî Rojava bû, ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest bi weşana xwe kir. Piştî pêngavên rizgarkirinên ji DAIŞ’ê, bajarên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê jî navend û ofîsên xwe vekirin. Her wiha Ronahî TV di sala 2021’an de stûdyoya xwe ya Hesekê vekir û heya roja îro weşana xwe li wê derê didomîne. Piştî vê yekê bi taybetî karî weşangeriyeke aktuel û zindî bi rêve bibe. Nûçegihan û pêşkêşvanên Ronahî TV ji bona ku êrîşên li ser herêmê tên meşandin ragihîne û kiryaran ji bona raya giştî işkere bike rîstek mezin da pêşîya xwe. Di salvegera Ronahî TV ya 13’mîn de jî, bi pêşxistina asta bernameyên xwe bû dengê Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Bi boneya salvegera avakirina Ronahî TV û di derheqên xebatên televizyonê de, pêşkêşvan û xebatkarên Ronahî TV Newroz Demhat û Cûdî Elî ji rojnameya me re axivîn.
‘Ronahî TV şopdarê rêya Gurbetelî Ersoz û Xelîl Dax e.’
Rojnamevan û pêşkêşvana bernameyên jin û nûçeyan ya Ronahî TV Newroz Demhat ragihand ku beriya Ronahî Tv jî xebatên ragihandinê dihat meşandin û piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev gihişte astekê mezin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya Ronahî TV jî, gelek televizyon û dezgehên çapemeniya azad hebûn, mîna Med TV, Roj TV, Nûçe TV hwd. Lê avakirina Ronahî TV pir girîng û watedar bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek hemû aliyên xebatê pêşketin avakir, di heman demê de ji milê xebatên Ragihandina Azad ve jî, pêşketin dan avakirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû şoreşa jinê, şoreşa çandê, şoreşa ragihandinê û di heman demê de bû dengê şoreşa Rojavayê Kurdistan ê. Ronahî TV di gelek qadan de xebatên cur bi cur da meşandin. Ronahî TV şahidîya gelek bûyerên ku di şoreşê de hatin jiyankirin raxiste berçavan. Ev encama xebatên salan yên endam û xebatkarên Ronahî TV ye. Rastiya ku di heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihat jiyan kirin bi awayekî resen gihande cîhanê. Bi derfet û hejmareke ji endamên xwe di roja îro de gihandiye bi milyonan. Ronahî TV dengê rastî û gelên bindest yê Rojhilata Navîn e. Ronahî Tv mîrateya Gurbetelî Ersoz, Musa Enter û Xelîl Dax e. Di heman demê de, gelek xebatkarên Ragihandina Azad yên Rojavayê Kurdistanê weke Seyid Evran, Dilîşan Ibîş hwd. Pakrewanên bi riya serxistina çapemenî û ragihandina azad yên ku canê xwe feda kirin e.”
‘Xwe gihandina asta ku em bibin dengê civakê ne hêsan bû’
Newroz derheqê bername û plansaziyên Ronahî TV de agahî dan û axaftina xwe wiha qedand: “Ronahî TV gelek astengî û zextan rû bi rû ma. Lê vîn û hişmendiya ku xebatkarên televizyonê li ser hatin perwerdekirin ev astengî derbaskirin. Ji ber ku bê derfetî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bê ezmûnî di qada ragihandinê de dihate jiyankirin. Ev astengî derbas kirin, zêde ne hêsan bû. Lê vîn û ramanên Rêber Apo dibû çavkaniya coş û kelecana kar û xebatên me û li gorî vê yekê me hemû astngî derbasdikirin. Zimanê Kurdî di dema desthilatdarîya rejîma BAAS de hatibû qedexe kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê nedikarîn bi çand û zimanê xwe biaxifin, an jî nûçeyekî û bernameyekê temaşe bikin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina, di Ronahî TV gelek bernameyên çand û hûnerî, sîyasî, nûçeyên rojane û di heman demê de bernameyên jin yên xweser hatin çêkirin û pêşkêşkirin. Xebatkarên jin yên Ronahî TV di gelek qadan de xwe rêxistin kirin û civak perwerdekirin. Ciwanên ku pêşengtiya şoreşê kirin di xebata Ronahî TV de bi çalak cihê xwe girtin; di heman dêmê de zimanê Erebî jî weşan tê kirin. 13’emîn salvegera avakirina Ronahî TV di serî de li Rêber Apo, di heman demê de hevalên ku li şer û bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê şahidî kirin û gehiştin asta şahadetê bibîrtinîn û soza bilindkirina kar û xebatên Ronahî TV û Ragihandina Azad didin.”
‘Ronahî TV dengê resen yê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye’
Nûçegihan û xebatkara Ronahî TV Cûdî Elî jî, anî ser ziman ku ev demeke dirêje ku ew karê ragihandin û çapemeniya azad dimeşîne, rastiya xwe li Ronahî TV de ditîye û wisa dest bi axiftina xwe kir: “Min sala 2016’an dest bi xebatên ragihandinê di Ronahî TV de kir. Min ezmûnên xwe yên qada ragihandinê li Televizyona Ronahî girtin. Rastiya civakê bi riya Ronahî TV hate dayîn û naskirin û rastiya civaka Kurd û Rojhilata Navîn me wek xebatkarên Ronahî TV û Çapemeniya Azad hewil dan ku bi şêwazekê resen rastiyên heyî bighînin raya giştî. Em jî wek endamên ragihandinê erka me ya serekeye ew e, ku em civaka xwe li
hemberî êrişên heyî biparêzin û perwerde bikin. Ji xwe Rêber Apo demekê pir dirêj li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat meşand û gel perwerde kir û kedeke wî ya bingehî di rêxistina civakê de heye. Wek Ronahî TV me jî hewil da bi fikir û paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin’ kar û xebatên xwe bimeşînin. Ronahî TV ji bona hemû kar û xebatên di nava civakê de bi rêk û pêk û li gorî hişmendiya Rêber Apo bimeşin. Ji bona azadiya jin jî gelek ked ji milê Ronahî TV ve hat dayin. Her wiha di bingehê kar û xebata Ronahî TV de azadî û vîna jinê tê esas girtin û li hemberî hemû tûndiyên li hemberî wê riya têkoşînê tê xêzkirin. Wek jin û bi taybet jî jinên Kurd di hemû dezgeh û saziyên Ragihandinê de pêşengtiyê dikin. Di Televizyona Ronahî TV de jî, gelek xebatkarên jin cihê xwe digirin. Em careke din bi boneya salvegera Ronahî TV hevalên ku ji bona pêşxistina kar û xebatên ragihandinê cihê xwe girtin û canê xwe fedakirin bibîrtînin û hevalên ku heya niha jî xebatê didin meşandin pîroz dikin.”






