Navenda Nûçeyan
Rojnamevan Silêman Ehmed 392 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Bi hincetên ji rastiyê dûr piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibe bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.
Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.
Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di derbarê hevdîtina wê demê ya li gel Silêman de agahî dabû ajansa me û gotibû: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”
Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.
Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”
Herî dawî Parêzerên Silêman biryar îtîraz kirin û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temîzê kir. Parêzer Nerîman Ehmed got, dosya Silêman Ehmed li ber destê Dadgeha Temîzê ye û li bende ne ku biryara dawî li ser bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne cara yekê ku PDK’ê Rojnemevanên azad dirvîne, işkence dike û qetil dike, dîroka PDK’ê bi van kiryarên neexlaqî tijî ye.






