Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi boneya 25’ê Mijdarê, roja têkoşînê li dijî tundiya li ser jinê di bin dirûşmeya “Bi Felsefaya Jin Jiyan Azadî Xwe Biparêzin” de, meşeke xweser a mêran li ser asta bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Îro bi pêşengtiya Kongra Star meşeke xweser a mêran li ser asta bajarê Qamişlo ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî tundiya li ser jinê, bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Biparêzin” hat lidarxistin.
Meş ji çarxaneya Sonî ya li bazara bajêr dest pê kir û li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo veguherî mîtîng.
Herwiha hemû rêxistin, sazî û tevgerên civaka sivîl û yên Rêveberiya Xweser tevlî bûn.
Di heman demê de, siloganên Jin Jiyan Azadî û Na ji tundiya li ser jinê re, di meşê de hatin gotin.
Berî mîtîng dest pê bike, hemû kesên beşdar tevlî xuleyeke bêdengî li ser giyanên şehîdên rûmet û azadiyê bûn.
Piştre li ser navê Kongra Star Cewahir Osman û Xifran Kewkeb axivîn û wiha gotin: “Têkoşîna hevbeş a jin û mêran ew têkoşîna ku wê biserbikeve. Bi hişmendî û mefhûmê li dijî tundiyê, têkoşînkirin rastiya xwe ew e ku hevbeş be, ji ber hêmanên bingehîn ên civakê jin û mêr e. Herwiha wekî ku Rêber Apo dibêje: “Ez ê mêr ê kurd bikim mêrekî azad, mêrekî ku rastiya jinê nas bike.” Wekî tê zanîn mêrê azad ê ku Rêber Apo behsê dike ew mêrê ku tundî û şidetê red dike. Em hemû tundî û destdirêjiya ku li ser jinan ji 5 hezar sal û heya niha tê meşandin şermezar dikin. Sîstemên desthilatdar ên ku bi hezarê salan karîbûn bi rengekî ji rengan tundiya li ser jin bikin, binpêkirina civakan, newekheviya di nav civakan de û çewsandina îradeya civakan, li beramberî wê têkoşînê bi hev re bikin. Armanc jî da ku em civakeke ji jin û mêrên azad ava bikin û demokrasiyê li pêş bixin.”






