Hemza Sêvo/Qamişlo
Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê ya ku HRRK’ê li dar xistibû, bi dayîna semînerekê û xwendina helbestên ciwanan bi dawî bû. Lê wê hîna jî HRRK’ê li ser şopa bicihkirina peyama xwe ya rewşenbîrî xebatê bidomîne.
Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê 9 rojên dagirtî li şûn xwe hişt û di roja 10’emîn de bi dayîna semînerekê û xwendina helbestên ciwanan bi dawî bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku HRRK’ê di 8’ê Mijdarê de mehrecana xwe dest pê kir. Bi dirêjahiya 10 rojan gelek panêl, şano û şevbuhêrkên hunerî-wêjeyî hatin lidarxsitin.
Herwiha di dawiya mehrecanê de, wekî her rojê şevbuhêrkek rewşenbîrî li Navenda Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, HRRK’ê ya bajarê Qamişlo çêbû.
Berî ku şevbuhêrk dest pê bike hemû kesên beşdar tevlî xuleka rêzgirtina giyanê şehîdan bûn.
Di destpêka roja 10’an ji mehrecanê semînerek bi serenavê ‘Têgihiştin di navbera rastnivîs û watedariya bêjeyan de’ ji aliyê Deham Ebdulfetah ve hat dayîn. Semîner girêdayî rêzimana kurdî bû, mijarên cihêreng têkildarî ziman hatin nîqaşkirin û kesên beşdar jî pirsên girêdayî ziman û rêzimanê ji semînervan kirin.
Piştre jî şevbuhêrkek bi navnîşanê ‘Êvara Ciwanên Helbestê’ li dar ket û tê de jî Besam Elebdela, Delîl Sado, Dilyar Hebîb, Dilyar Osê, Diyala Elî, Eliksandra Mihemed, Yasmîn Cesas, Baran Memo û Nalîn Ne’mo, Eyşa Silêman helbestên xwe xwendin. Di navbera helbestxwendinê re Ehmed Maldînî hejmarek pêkenok gotin.
Piştre jî ahengek bi riya Ferhad Bekhenadî ve hat lidarxistin.






