Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e
Share on FacebookShare on Twitter

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zîndana Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye û ti agahî jê nayên girtin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li cihekî din tune û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e.
Hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hincetên cuda tên astengkirin. Ji îlona 216’an heta niha jî Rêber Ocalan bi malbata xwe re jî nikare hevdîtinê bike.
Parêzer Newroz Uysal derbarê astengkirina hevdîtinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha axivî.
“Em ji Birêz Abdullah Ocalan û sê kesên li ba wî bi salan e agahiyê nagirin. Ji 1999’an heta niha em pêvajoya tecrîdê vebêjin jî her diçe bi polîtîkayan re em bi girtîgehek giravê ya bêdeng re rû bi rû ne. Em bi tu awayî têkiliyê nikarin deynin. Em nikarin bi tu awayî pîşeya xwe ya parêzeriyê bînin cih û mafê herî sereke û rêgezên netewî û navneteweyî tune hatine hesibandin. Ligel vê Birêz ocalan yê bi salane tenê jiyana xwe didomîne li wir e. Ev 8 sal e em nikarin hevdîtinê bikin.”
Parêzer Newroz diyar ki ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li devereke din a cîhanê tune ye û wiha dewam kir, “Ev mînakek tecrîdê ya ku li tu derê cîhanê tune ye. Bi OHAL’ê re KHK hatin derxistin. Piştî îlankirina OHAL’ê şûnde ya ewil hat kirin hat xwestin ku pêşî li ragîhandina li Îmraliyê bê girtin. Me serî li merciyên têkildar û Dadgeha Destura Bingehîn da. Me ev rewş ji saziyên têkildar û CPT re ragîhand. Lê niha OHAL ne mijara gotinê ye.”
Newroz derbarê jiyana rojane ya li Îmraliyê de jî got, “Bi biryara nû hatiye girtinê re bi qanûnîbûna biryara ku bingeha xwe ji KHK’ê digire re mafên ragîhandina 3 girtiyê bi 3 mehan hatiye sînorkirin. Derbarê parêzeran de qedexeyek vekirî ne mijara gotinê be jî em hîna wek parêzerên wî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Em her hefte wek malbat û parêzer serlêdanan dikin. Ji îlona 2016’an heta niha me bi tu awayî ji girtîgeha Îmraliyê agahî negirtiye. Hemû têkilî û hevdîtin hatin qûtkirin. Bêdengî heye.”
Ji bo hewldana rakirina tecrîdê jî Newroz wiha got, “Ji bo em vê çareser bikin em hemû serlêdanên xwe didomînin. Lê êdî ev diyare ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan ferz e.”…JINNEWS

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.