Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Filiz Budak: Bi hevdîtinekê tecrîd nayê şikandin

16/11/2024
in NÛÇE
A A
Filiz Budak: Bi hevdîtinekê tecrîd nayê şikandin

JINHAGENCY

Share on FacebookShare on Twitter

Tekoşîn Amara/ Qamişlo

Hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak  diyar kir ku bi hevdîtinekê pergala işkenceyê ya Îmraliyê nayê şikandin û got: “Pêwîste têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiya Rêber  Apo xurtir bibe û kurd nekevin xefka dijmin.”

Reber Apo 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê  dibin pergala îşkence û qirkirinê de te ragirtin, di bin şert û mercên giran de jiyan dike. Pişte çar salan ji  vê tecrêda mutleq a girankirî, di diroka 23 cotmeha 2024’an de Omer Ocelan ango biraziyê Rêber Apo hevdîtin li geê pêk anî, di hevdîtinê de gotinên sereke yên ku Rêber Apo got wiha bû:  “Tecrîd berdewam e.”

Dı derbarê pergala işkence û qirkirinê ya Îmraliyê û hevdîtina Omer Ocalan bi Rêber Apo re hevseroka Rêveberiya Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji rojnameya me re axivî

Reber Apo 26 salin di bin tecrîdek giran de ye

Filiz Budak di destpêka axaftina xwee de wiha got:  “Piştê plana çongdayînê ya 2014’an dema ku xwestin Tevgera Azadiyê bi temamî têk bibin û gelê kurd careke din bê statû bihêlin û dagirkeriya li ser Kurdistanê tamam bikin, planekî çongdayînê dan destpêkirin.  Bi vî planê re jî pergala îşkencê a îmraliyê girankirin û hemû mafên Rêber Apo yên bi malbat û parêzeran re dest danîn ser û di nav hefteyê de, her cezayê dîsîplînê li dihat birîn.  Xeta sêyemîn a ku Rêber Apo dabû destpêkirin ku di Rojhilata Navîn de ji bo gelan û ciwanan bûye hêvî, xwestin bixetimînin û ji holê rakin. Aktorê sereke ê vî xetê Rêber Apo û Tevgera azadiya Kurdistanê ye ku daye avakirin e ji bo ku dawî li vî xetê bînin tecrîd girankirin pergala îşkencê a li Îmraliyê bû pergala  îşkencê a domdar û li Kurdistanê tevahî şerekî dagirkeriyê dan destpêkirin .”

Pişte tekoşîna 4 salan hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat

Filiz wiha domand: “Di nav çar salên derbasbuyî de tenê carek agahî ji Rêber Apo hat girtin ew jî çen deqe dirêj nekiribû bi temamî mafê wî ji dest hatibûn girtin, hevdîtinê bi malbat û parêzeran re hatibû qedexekirin û li ser wî domdar cezayên dîsîplinê dihatin dayîn. Pişte girtina kesekî pişte 25 salan tamam dibe, mafê hêviyê yên ku dadgeha mafê mirovan yên Ewropa wek zagon di dadgehên xwe  de dabûn derbaskirin,  ji bo ku Rêber Apo ji vî mafê sûd negre berya wê,  4 salan cezayê disîplînê kirin dewrê, bi vî re pêvajoyekî giran dan destpêkirin. Piştê çar salan berxwedana ku gerîla gel û dostên kurda dan meşandin bi taybet berxwedana Rêber Apo ku di girtîgeha Îmraliyê de da meşandin hevdîtina malbatê pêk hat. Rêber Apo berê jî gotibû ku ez hevdîtinê malbatî naxwazim ez hevdîtinên bi parêzerên xwe re ê resmî dixwazim  yên ku  bikaribin di nav pêvajoyê de bibin xwedî gotin dixwazim bi wan re hevdîtin çêkim.

Pişte çar salan bi Omer Ocelan re ango biraziyê Rêber Apo re hevdîtin hat çêkirin di vê hevdîtinê de gotinên sereke yên ku Rêber Apo got wiha bû: “Tecrîd berdewam e.”.  Ev gotin ji bo me pir girînge, Rêber Apo pir eşkere dibêje ku li vir pêvajoyeke tuneye, şerê heyî berdewam dike, pêwîste tekoşîn xurtir bibe, serhildan û meş û mitîngên ku tên pêkanîn jî xurtir bibin. Heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em nikarin bejin ku bi hevdîtinekê tecrîd hatiye şikandin û pêwîste em nekevin wan xefletan ku pêvajo hat guhertin,yan bila çalakî werin seknandin û rewşên heyî aram bikin, ev nêzîkatî ne di cîh de ye, pêwîste tekoşîna gel  xurtir bibe.”

Rêber Apo; Ez xwedî heza teorîk û pratîk im

Filiz balkişand ser peyamam Rêber Apo ya dawî û wiha got: “Reber Apo di peyama xwe de  dibêje ku ew  xwedî hêza teorîk û pratîk e ku şert û merc werin guncavkirin, ku ez vî pêvajoyê bikşînim zemînekî bê şer.” Û wiha domand”  Niha li tirkiyê pêvajoyekî  kirîza  aborî û leşkerî tê jiyankirin her ku diçe ber bi avrûpa û welatêndin ve  koçberî zêde dibe her wiha di nav malbatan de kuştin û întîhar zêde dibin, hatiyê astekî usa ku memûrekî dewletê nikare xwe û tevahî malbata xwe  îdare bike,  destdirêjiya li ser zarokan û  qetlîamên jinan zêde dibin. Li tirkiyê tê dîtin ku terîqatên cur be cûr derdikevin holê ev jî dihêle ku tirkiye ber bi aliyek din ve biçe, û dijminatiya di navbera gelê kurd û tirk de kur bibe ji bo ku ev pêk ney Rêber Apo dibêje ez amademe ku ji vî pêvajoyê re pêşengtî bikim û ez dikarim vî pêvajoyê bikşînim zemînê bê şer” ji bona me ev peyam pir girîngin. Dema em li rewşa dewleta tirk mêyzedikin dibînin ku Erdoxan hewil dide ku mîna Azerbeycanê zagonekî nû derbixe û bivî zagonê serokkomariya xwe daîmî bike pişte hilbijartinekî din zagonan çêbike ku bikaribe bike daîmî ku hilbijartinên serokkomariyê çênebe û ew heta hetayê  serok komar bimîne, di meclîsê de vî zagonê erê bike û hilbijartinan li bakurê kurdistanê û tirkiyê pêşwext bike. Ji ber vî sedemê li bakurê kurdîstanê qeyûman davêjin ser şaredariyan girtin û qirkirinê pêk tînin, ev hemû di çarçoveya derbeya siyasî de ne.

‘Li Tirkiyê di nav dewlet û hikumetê de nelihevkirinek heye’

Filiz anî ziman da xuyakirin ku di navbera dewleta kûr û hikumetê de nelihevkirinekî heye,  her yek dixwaze li gor xwe pêvajoyê bi rê ve bibe û wiha domand: “Dewlet Baxçelî derdikeve banga çareseriyê dike hikumeta AKP’ê jî şerê heyî dijwartir dike,  erîşên li ser heremên parastina medya,  rojavayê kurdîstanê  û şengalê zêdetir dike. Wek CHP’ê jî muxalefeta heyî li ser hevdîtinan hatiye kirin ji bo encam negre derdikeve meş dike ji aliyekî jî banga çareseriyê dike, niha li tirkiyê kirîzekî ku di navxweyî de nelihevkirinekî heye. Yên ku bikaribe pêşî livan nelihevkirina hemuyan bigre Rêber Apo ye. Ji bo pêşerojekî baş a tirkiyê û kurdîstanê berdeyîna Rêber Apo a ji vî pêvajoyê re ye, dawî li esareta Rêber Apo anîne. Rêber Apo vî xeteriyê pêjda jî dîtiye û niha jî baldikşîne ser van xeteriyan rewşa ku niha li Tirkiyê tê jiyankirin rewşekî vahime.”

‘Pêngavê heta astekî encam girt’

Filiz da zanîn ku Pengava azadiya Rêber Apo ya cîhanî  pêngaveke pir bi nirxe û wiha got:”Pêngacva azadiya Rêber Apo pir bi qîmet û bi nirxe, ev tê wî wateyê ku Rêber Apo çawa bi fikir û felsefeya xwe şêweyê jiyana ku avakiriye civakbûna ku avakiriye çawa kariye li derdora xwe kurd ereb suryan û hemû netewan kom bike û li derdora vî fikrê bike yek. Ev jî bi destpêkirina kampanyayê xwe bi awayek zelal da nîşandayîn. Her însanê ku vî pêvajoy dixweyne û analiz dike dibîne ku çareserî tene fikre Rêber Apo ye, ev kesên ku li dordora vî kampanyayê kom bûne  û dane destpêkirin ji bo xilaskirina gerdûn û cîhana heyî ye ji ber ku dibînin di bin sîstema heyî de xweza jin û civak çawa ber bi tunebûnê ve diçe û rojane qetlîam li ser tê kirin ji bo ku bikaribin jiyanê ji vî rewşê xilasbikin li derdora fikrê Rêber Apo yên netewa demokratîk kombûne. Kampanya di asta cîhanî de bi me dide famkirin ku fikrê Rêber Apo wekê îdeolojiyekê karibûye ku  di asta cîhanî de berbelav bibe û li derdora xwe kombuyînekî zanistî û îdeolojîk avabike, edî ji kesayet û fîzîkî derketiye buye fikrek û îdeolojiyekê. Kampanya heta astekî dengdayînekî bi xwe re anî li hindîstan û bengdalşê jin rabûn û daxuyanî û çalakiyan li darxistin ev jî ji bo hemû jinan serkeftinekiye. Li hemû aliyên cîhanê tevlîbûna kampanyayê hat çêkirin heta ku pergala îşkenceyî bi dawî nebe em nikarin bejin ku encamek hatiye girtin.”

‘Pêwîste dewlet gavên berbiçav bavêje’

Filiz bi bîrxist ku ji bo azadiya fîzikî a Rêber Apo pêk were pêwîste ji aliyên dewletê gavên berbiçav bên avêtin û wiha pê de çû: “Rêber Apo bi awayekî pir zelal got ku ez amade me DEM partî jî got em amade ne û  mûxatabê çareseriyê   Rêber Apo ye, tevgera azadiya Kurdistanê jî got ger şert û mercên Rêber Apo bên guncavkirin û Rêber Apo çi beje em li ser vî gotinêne, yên ku rabûn bangkirin û li ser soza xwe nesekinî dewlet bixwe bû. Azadiya fîzîkî a Rêber Apo ger pêk were di Rojhilata navîn de pêvajoyekî nû  were destpêkirin, pêvajoyekî  bê şer li ser xeta dîplomasî û li ser esasê diyalogê pêk were. Yên ku bikaribe di rojhilata navîn de netew dewletê teng bike nûnertiya  gelan bike kirîz û qaûsên heyî yên desthilatdar û îktîdarê şer û artêşên mezin û sîstema sermaye yên ku niha li ser rojhilata navîn didin meşandin civakê bi birçîbunerê  rû bi rû hîştiye,  ev hemû pirsgirêkên ku di pêngava ku Rêber Apo gav bavêje de were çareserkirin. Pirsgêrekê jin, ziman, çand û pirsgirêken xaksînoran û arteşa ku niha heye vana hemû di çarçoveya diyalogan de û di çarçoveya fikra netewa demokratîk de  pêwîste were çareserkirin, ji bo vî bi temamî pêwîstî bi navgînekî bê şer heye ev navgînî pêwîste ji aliye dewletê de bê pêk anîn ji ber  ê ku êrîş dike  û qirdike dewleta tirke.”

‘Dewleta Tirk şer û qirkirinê bêsînor dide meşandin’

Filiz Budak axaftina xwe wiha qedand: “Niha bi hezaran girtiyên ji doza PKK-PAJK  û KCK’ê hene  van girtiyan pêwîste werin berdan ku bikaribe pevajoya siyasetê bide meşandin, li aliyedin bi hezaran kuştiyên ku kûjerên wan dewlete ronîkirina wana pêwîste xebat bê meşandin.  Nasnameya kurdîtiya ku tê înkarkirin heye û pêwîste îhtirafkirina nasnama gelê kurd bê kirin dema ku ev pêk ney pêvajoyekî dîplomasî û çareseriyê ku mirov beje tamame nebe. Cimhuriyeta heyî ji bo valatî bixe nav gelê kurd û tirk de hertim şerê bê eman û qirkirinê bê eman  daye meşandin  Rêbertî di nexşereyê de dabû diyarkirin erkê ku dikeve ser mile gelê kurd û tevgera azadiyê, û erke ku dikeve ser mile dewleta tirk û hikumeta heyî Rêber Apo di nexşereya ku dabû diyarkirin de vî bi awayek zelal destnîşan kiribû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.