Argêş Gewda/Qamişlo
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyarkir ku ev meş meşa serkeftinê ye û heman demê de pêwiste gelê Kurd yên ku Ewrupa jiyan dikin tevlî wê pêngava azadîyê bibin.
Rêber Apo di sala 15’ê Sibat ya 1999’an bi komployek mezin hate dîlgirtin. Piştî wê komploya navnetewî tecrîdek giran jî li ser Rêber Apo û Tevgera Azadî ya Kurd hate destpêkirin. Ji bona Fizikî azadîya Rêber Apo seranserê cîhanê welatên ku gelê Kurd û gelên demokrat, azadîxwaz tê de jiyan dikin gelek cure meş û çalakîyan pêk tînin. Di bin dirûşmeya ‘Ji bona Rêber Apo azadiya fizikî, pirsgrêka Kurd re çareserî’ pêngavek mezin li seranserî Ewropa û derveyî welat hate despêkirin. Pêşengiya wê jî KCDK-E TJK-E û T-CÎK dikin. Bingeha wê pêngavê de 16’ê Mijdar a 2024’an li Kolnê meşek girseyî dê pêk bê.
Derbarê amdekariyên meşê û çalakiyên ji bona azadiya Rêber Apo tên kirin de, Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut ji rojnameya me re axivî.
‘Ev meş, meşa serkeftinê ye’
Hevseroka KCDK-E Zûbeyde Zumrut anî ser ziman ku amadekariyên meşa mezin ya ji bona azadiya Rêber Apo tê kirin didome û wiha dest bi axiftina xwe kir: “Ev pêvajoya em wek tevger û gel tê de derbas dibin pêwajoyek giran e. Pêwiste ji wê pêwajoyê re em bibin bersiv. Bersiva wê jî di asta tekoşîna me girêdayî ye. Bi rêxistinkirin û rêxistinbûyina me we girêdayi ye. Ji ber wê ev meşa ku xwe jêra amade dikin, bi wê sedenê pir girîng e. Tecrîd û izalasyona ser Rêberê netewî Rêber Apo berdewam e. Ji bona raya giştî bidin bawer kirin ku Rêber Apo re hevdîtin tên kirin, hevdîtîna bi malbata Rêber Apo re pêkanîn. Lê rastiyê de, ev hevdîtin mafekî xwezayî ya Rêber Apo ye. Rêber Apo got ‘ Tecrîd hîn berdewam dike.’ Hevdîtin mi ti avahî Rêber Apo re nayê kirin. Parêzerên Rêber Apo gelek caran serlêdan kirin, ji bona Rêber Apo bînin lê ev di aliyê serdozgeriya dewleta Tirk ya dagirker ne hate pejirandin. Ev aloziyên ku di herêmê dimeşe hemû girêdayi tecrîda girankirî ye. Hem aliyekê din jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin, ev jî berdewamiya tecrîda girankirî ye. Hema hema hemû parçeyên Kurdistanê ev êrîş berdewam dikin. Tecrîda heyî kurttir û firehtir dikin. Heya tecrîd neyê qedandin, mirov nikare bi ti awahî qala çareseriyê jî bik e. Aliyêkê hikumeta dagirker ya AKP-MHP’ê bangawazî dikin, aliyekî din alozîyê kurttir dikin. Qeyyumên ku li ser vîna gelê Kurd hatiye avêtin jî, berdewamiya heman sîyasetê ye. Li ser wê sedemê em her sal wek KCDK-Ewropa ji bona tecrîda girankirî bê rawestandin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkbê di sala 21 Cotmeh’a 2023’an meşek girseyî bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan pêkanî. Di asta Ewrupa giştî ev meş tê kirin. Wek Kurdên ku Ewropa û Dîaspora jiyan bikin bikarin pêwajoyê re bibin bersiv. Ev meş wê carê jî dîroka 16’ê Mijdarê li Elmenya bajarê Kolnê pêk bê. Ev meş dê bibe. meşa final û serkeftin ê.”
‘Amadekariyên me bi şêwazekî lezgîn didom e’
Zubeyde Zumrut balkişand li ser meşandina amadekariyên meşa dê pêk bê û wisa berdewam kir: “Me wek KCDK’E li seranserî Ewropa gelê Kurd û dostên van pêşengtiya pêngava azadiya Rêber Apo ya fizikî pêk be kirin. Gelek cure meş û çalakî hatin meşandin û pêkanîn. Me bi seranserî Ewropa li ser 3 mijaran xwe rêxistin kir. Ya yekemîn Diplomasî û civakî bû. Ji bona azadiya Rêber Apo em bikarin bibin alîkar û statoya Kurdistanê û deskeftiyên gel bê naskirin, xebatên me didomin. Ev xebat bi kelecenak mezin di aliyê welatparêz û xebatkarên me yên enternasyonel we tên kirin. Em ji bona hemû welatparêz û dostên Kurdan tevlî meşê bibin xwe digihîne hemû welatên ku kurd tê de jiyan dikin. Gelek kesên navdar yên ku di aliyê cîhanê giştî de tên naskirin piştgrîyê didin çalakî û xebatên ji bona azadiya Rêber Apo tên meşandin. Di aliyên wan kesayetên navdar bi daxuyaniyên ku didin piştgriya çalakiyan didin xuyakirin. Ev jî Rêber Apo wek Rêberê xwe dibînin û parazname û dahûrandinên Rêber Apo dixwûnin. Ev ji naskirina wan li ramanên Rêber Apo zêdetir dik e. Ev meşa ku dê pêk jî bê dostên me jî, bi kelecanek mezin kar û xebatên ku tên kirin de piştgirî û alîkari didin.”
‘16’ê Mijdarê em bikin roja azadiya Rêber Apo’
Zubeyde Zumrut wiha axiftina xwe qedand: “Bangawaziya me eve ku ji bona ev meşa pêk tê, gelê me bi girseyi tevlî wê meşê bibin. Ne tenê ev meş çi xebat ji bona azadiya Rêber Apo tên kirin, pêwiste gelê me yê ji derweyî welat jiyan dikin tevlîbunên xwe di pêkbînin. Ev meşe giringe û dîrokî ye. Ev meş Elmenya pêk tê, lê pêwiste Kurdên Ewropa yên welatên din jî bi girseyi tevlî wê meşê bibin. Kurdên Ewropa herî zêde li Koln’ê jiyan dikin ji ber wê rv meş wî mijarê da jî pir giringe. Gelek hunermend û mevanên ku navdar jî dê tevlî wê meşê bibin. Emê 16’ê Mijdarê bikin roja azadiya Rêber Apo. Ji bona dagirkeran peyama herî mezin girseya gel û kombuna gel ji bona meşê ye. Pêwiste 100 hezaran gelê me kom bibe û peyamek dîrokî bê dayin. Bangawaziya min dîsa dûbare dikim, 7 salî heya 70’ê salî qadê dagirin û tevlî meşa azadiya Rêber Apo bibin”






