Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Federasyona Gaziyên salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

13/11/2024
in NÛÇE
A A
Federasyona Gaziyên salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

 Navenda Nûçeyan

Bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji bo raya giştî da

Naveroka daxuyaniyê wiha bû:”Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk û hêzên emperyal 3’yê Tebaxa 2014’an berê xwe dan Şengala warê Kurdên Êzidî. Hêzên PDK’ê yên ji ewlehiya bajêr berpirsiyar bûn, bêyî guleyekê biteqînin ji bajêr reviyan. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa li ser Şengalê de komkujiyên mezin pêk anîn, zarok û jin jî di nav de bi hezaran kes rehîn girtin û revandin.

12 gerîlayên HPG’ê (Duwanzdekan)di pêşengiya fermandar Dilşêr de xwe gihandin hawara bi deh hezaran Êzidiyên xwe sipartibûn çiyayê Şengalê û êrîşên DAIŞ’ê hatin pûçkirin. Êzidiyên hatin rizgarkirin bi korîdora ji hêla gerîlayan, hêzên YPG-YPJ’ê ve hat vekirin derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Xelkê Êzidî yê bi bîrdozî û fikrên Rêber Apo xwe rêxistin kir, 14’ê Çileya 2015’an Meclîsa Gel a Şengalê îlan kir û yekîneyên xweparastinê ava kir. 31’ê Cotmeha heman salê jî di pêşengiya HPG, YPG-YPJ û YBŞ’ê de pêngava azadkirina gundên li rojavayê Şengalê hat destpêkirin. Pêngav her çû berfireh bû û 13’ê Mijdara 2015’an navenda Şengalê û gundewarên wê bi temamî hatin rizgarkirin.

Di serî de û beriya her tiştî em vê roja serketin û ronahiyê li gelê Şengalê pîroz dikin û tevahî şehîdên, qehreman bi bîr tînin, bi minetdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin, soza xwe ya ji wan re nû dikin. Teqez serketina gerîlayên azadiyê, hêzên YPJ-YPG û YBŞ’ê serketina mirovahiyê bû. Pêwîst e were zanîn cara yekê ye ku gelê Şengalê bi vî awayî tê parastin û bi serbilindî vedigere warê xwe yê pîroz.

Gerîla û şervanên azadiyê yên bi ruhekî fedaiyane û bi cesaretek bêhempa li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov şer kirin, warê Derwêş û Edûleyan rizgar kirin û xaka pîroz bi canê xwe parastin. Ciwanên Şengalê tevî qehremanên HPG’ê, YPJ û YPG’ê gelê resen ê Şengalê parastin, canê xwe ji wan re kirin pirek da ku gel vegerin warê xwe. Tola komkujiya 74’an hat rakirin. Xelkê Êzidî ji karesat û qirkirinê rizgar kirin.

Êrîşên li ser xelkê Şengalê hatin pêkanîn, êrîşên li ser mirovahiyê bûn. Gerîlayên canfeda bi lezgînî bi hawara gel ve çûn, ew ji qirkirin û talanê xelas kirin. Ev jî cihê serbilindî û şanaziyê ye. Bi rastî tundiya li ser xelkê Ezîdî yê li Şengalê, gelekî hovane bû. Jixwe tişta herî xerab û şerm jî ew bû ku mala Barzanî û hêzên girêdayî wan ên xayîn û tirsonek gel di wê rewşê de hiştin û ji bo canê xwe xelas bikin, reviyan. Lê şêrejin û mêrxasên Kurd, gerîlayên azadiyê yên weke duwanzdekan hatin binavkirin û hêzên YPG-YPJ’ê berê xwe dan warê pîroz, li merqeda Zerdeştê Kal xwedî derketin, ew warê pîroz ji destê çeteyên DAIŞ’ê ê rizgar kirin.

Weke gaziyên şer em careke din rizgarkirina Şengalê di serî li xelkê Şengalê li tevahî gelên herêmê pîroz dikin. Ji bo parastina Şengalê û gelên herêmê çi erk û wezîfeya bikeve ser milên me em ê pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.