Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Na ji darvekirinê re, Na ji kuştina jinan re’

13/11/2024
in NÛÇE
A A
‘Na ji darvekirinê re, Na ji kuştina jinan re’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Îro bi pêşengtiya Kongira Star li bajarê Qamişlo meşek bi diruşmeya ‘Na ji darvekirinê re, Na ji kuştina jinan re’ ji bo şermezarkirina dayîna cezayên darvekirinê ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî jinên çalakvan yên Kurd, hat li darxistin.

Îro bi pêşengiya Kongreya Star meşeke girseyî bi diruşmeya ‘Na ji darvekirinê re, Na ji kuştina jinan re’ li ser asta kantona Cezîrê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî çalakvana Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê “Werîşa Mûradî” hat li darxistin, her wiha bi sedan jinên kantona Cizîrê tevlî meşê bûn.

Meş ji çerxereiya Osman Sebirî a li bajarê Qamişli dest pê kir û heya çerxereya dara jiyanî domand, meş bi alên kesk, sor û zer, alên Kongireya Star hate xemlandin, di heman demê bi banga jin jiyan azadî û na ji darvekirinê re hatin, bilind kirin.

Meş bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin.

Di heman demê de li ser nave Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Rejîma Îranê ku dijminatiyê li dijî  jinan dike, bi polîtîkaya xwe ya darvekirinê re dixwaze berxwedana jinan têk bibe. Em van polîtîkayên dijminê jinan, darvekar û qedexekar ku derfetê jiyana bi hev re, aştiyane û demokrasiyê ya gelan ji holê radike, şermezar dikin.

Rîhan wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi vê wesîleyê em biryara darvekirina aktîvîsta mafên mirovan Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bi tundî şermezar dikin. Herwiha em bang li gelan û jinan dikin ku li hemberî vê biryara dewleta Îranê ya li dijî jinan, li hemberî polîtîkayên êşkencekar û darbekar helwestê nîşan bidin û têkoşîna hevpar mezin bikin. Bi cezayê darvekirinê hewl didin wan bêdeng bikin û bifetsînin. Lê em ê her li ser piyan bin û daxwaza mafên jinan bikin, wê bi hazaran Werîşa Muradî û Bexişan Ezîzî zindî bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.