Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kampa Holê cihê şaneyên qetlîaman e’

13/11/2024
in NÛÇE
A A
‘Kampa Holê cihê şaneyên qetlîaman e’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Endamê Ragihandina QSD’ê Dijwar Elîşêr diyar kir ku Kampa Holê ji bona berdewamkirina hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê bûye cihê perwerdê û wiha got: “Tekoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê heya çeteyek jî bimîne dê bidom e.”

Di pêngava 7 rojan de hêzên hevbeş ên odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin pêk tê, operasyonên mezin ji lêgerîn û kontrolkirina li herêmên başûr û bakurê bajarê Holê û kampa wê pêk anîn. Her wiha tevî operasyonên ewlehiyê, veşartgehên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên navborî armancgirtin. Operasyon li ser du baskên sereke bi rê ve çû. Di nava 2 rojên destpêkê de, lêgerîn li zêdetirî 200 gundên li başûr û bakurê Holê pêk hatin. 70 km ji sînorê Iraq-Sûriyeyê û deverên wê yên çolistanî girte dinava xwe.

Derbarê Pêngava ‘Ewlehîya Domdar’ ya dijî çeteyên DAIŞ’ê hatbû destpêkirin, endamê Ragihandina QSD’ê Dijwar Elîşêr ji rojnameya me re axivî.

 

‘Ji bona aramîya Kampa Holê emê tekoşîna xwe berdewam bikin’

Endamê Ragihandina QSD’ê Dijwar Elîşêr ragihand ku ev pêngava hatiye destpêkirin ji bo paqijkirina kampê ji çeteyên DAIŞ’ê ye û wiha dest bi axiftina xwe kir: “Piştî sala 2019’an têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê malbatên wan anîn Kampa Holê. Armanca bi wê pêngavê aramiya herêmê domdar kirin e. Ev kamp ji bona çeteyan bibû cihê perwerde û nûve zindîkirinê. Zarokên çeteyan di wê kampê de, bi hişmendîya DAIŞ’ê hatin mezin kirin. Gelek welatî jî bi destê wan çeteyan hatin qetilkirin. Li ser wê bingehê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û hêzên QSD’ê û YPJ’ê pêngavek bi navê ‘Ewlehiya Domdar’ didan destpêkirin. Ev pêngav ji bona aramiya kampa Holê pir girîng bû. Di wê pêngavê de, nêzî 200 gund û gundewarê Holê û bajarên derdorê wê hatin paqijkirin. Gelek cebilxane û alavên leşkerî jî ji aliyê hêzên me we hate desteserkirin. 79 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Pêngav 7 rojan berdewam kir û bi daxûyanike nivîskî hêzên dan xuyakirin ku pêngav bi dawî bû.”

‘Heya niha ji aliyê hêzên me ve gelek pêngav hatine destpêkirin’

Dijwar Elîşêr bibîrxist ku heya niha gelek pêngav ji bona têkbirina hişmendî û fizîkî de, dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine destpêkirin û axiftina xwe wiha domand: “Cîhan giştî ji vî tiştê agahdare ku Kampa Holê ji bona gelê cîhanê giştî metirsî dide avakirin. Gelek qetlîamên çeteyan kirin, li wê kampê hatin plansazîkirin. Ev kamp e, kampa qetlîamên dijî mirovî ne. Raste gelek welatî û niştecihên biyanî yên ku tevlî DAIŞ’ê nebûne ji di wê kampê de jiyan dikin. Lê ji ber hişmendiya DAIŞ’ê kampê de berbelav bûye ev kesên bê tometbar nayên xuyakirin, Ev bû sedem ku di aliyê hêzên me we gelek pêngav hatin destpêkirin. Ev pêngava bi navê ‘Ewlehiya Domdar’ jî yêk wan pêngava ne. Hêzên yê tevlî wê pêngava paqijkirinê bû ne, bi şewazeke pispor hatin amadekirin. Hêzên me wek QSD’ê YPJ û Hêzên Ewlekerîya Hûndirîn û di heman demê de beşek jî girêdayî hêzên Hevpeymana Navdewletî jî tevlî wê pêngavê bûn. Armanca wê pêngavê ya sereke armancekî mirovî bû. Ev armanca jî ji bona kampa Holê di şaneyên DAIŞ’ê yên ku xwe bi  konan da veşartî bûn li dijî wan bû. Di nav pêngavê de jî hat xuyakirin, ku feraseta DAIŞ’ê çi kas dijî zayenda jinê ye. Gelek caran pêngava da termên jinên bi işkence û zextê hatin kuştin me ditîn. Lê ev şewazekî pir cûda hati bû qetilkirin û laşê wê jî hatî bû parçekirin. Ji bona pêşiya qetlîamên wisa bê girtin em ê operasyonên xwe bidomînin.”

 ‘Pêwîste ji bona têkbirina DAIŞ’ê hêzên me tenê neyên hiştin’

Elîşêr axiftina xwe wiha bidawî kir: “Her welatek di ragihandin û çapemenîya xwe de çeteyên DAIŞ’ê û tekoşîna hemberî wê dike rojev. Lê ev agahî ne rastin. Ji ber ku yê dijî DAIŞ’ê berxwedanî kirin û têk birin hêzên QSD’ê û YPJ’ê ne. Cîhan giştî di aliyê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de bêdeng e. Yên ku hene jî, ji bona berjewendîyên xwe bikar tînin. Raste, carna hêzên Hevpeymanî tevlî pêngava dibin lê kêlekê de jî piştgrî didin dewleta Tirk ya dagirker ji bona êrîşên xwe zêde bikin. DAIŞ xwedî çi hişmendî be, di heman demê de dewlata Tirk ya dagirker jî heman hişmendîyê xwedî dike. Ji ber wê êrîşên hewayî pêk tîne, astengiyan dixe li pêş têkoşînaa li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Di aliyekî din astengiya pêşiya tekoşîna li dijî DAIŞ’ê eve ku welatên ku nayên welatîyên xwe radest nagirin. Pêwiste hêzên me di aliyê têkbirina DAIŞ’ê û aramiya herêmê avakirinê de, tenê neyên hiştin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.