Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pembo li ber têk çûyînê ye, cotkar bi fikar in

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Pembo li ber têk çûyînê ye, cotkar bi fikar in
Share on FacebookShare on Twitter

Berhema çandiniyê ya pembo ya kantona Girê Spî bi têkçûnê re rû bi rû ye. Bi nêzîkbûna dema çinînê re cotkar metirsiyên xwe tînin ziman ku lêçûna wan ji hilberînê dernakeve. Her wiha dermanên tirkiyê yên ji bo zeviyan pirsgirêk mezintir kir.
Piraniya welatiyên kantona Girê Spî debara xwe ji çandiniyê werdigirin, bi taybet çandiniya pembo û genim. Zeviyên li derdora çemê Belîx ji bo çandiniyê gelekî guncaw û axa wan dewlemend e.
Çandiniya pembo li vê herêmê gelekî navdar e û di meha nîsanê de tê çandin û piştî nêzî 5 mehan hilberîna pembo jê tê wergirtin.
Hilberîna pembo dabeşî du beşan dibe, beşê yekemîn “pemboyê buharê” di destpêka nîsanê de tê çandin û beşê duyemîn jî “pemboyê xêrî” di meha gulanê de tê çandin.
Lêçûna çandiniyê zêde ye û dibe ji ber rewşa hewayê hilberîn têk biçe. Ji ber ku pemboyê xêrî dereng tê çandin rastî gelek nexweşiyan tê, her wiha dibe ku rastî sermaya Payîzê were. Piraniya cotkaran ji ber van sedeman çandina pemboyê biharê dipejirînin.
Berhema îsal a pembo ji ji sedî 70 rastî ziyanê hat ji ber ku kurm zêde li hilberînê daye. Vê yekê hişt ku metirsiya cotkaran bi nêzîkbûna demsala çinînê re zêde bibe ku nikaribin lêçûna xwe ji hilberînê wergirin.
Ji ber rewşa hewayê û cûdabûna di navbera pileyên germahî û sermayê de, her wiha ji ber ku pêlên qeşayê di Zivistanê de pêk nehatin, hişt ku ziyan bi berhema pembo bibe.
Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Salih El-Hatim ê ji bajaroka El-Hêşa axivî û wiha got: “Lêçûna donimeke berhema pembo ya îsal nêzî 40 hezar lîreyên Sûriyê çûye. Her wiha dermankirina pembo herî kêm reşandina donimekê bi 6 hezar lîreyên Sûriyê pêk hatiye.”
DERMANÊN TIRKIYÊ PIRSGIRÊK MEZINTIR KIR
Li ber çemê Belîx cotkarên bi navê Ebû Ebdo û Ednan El-Ziyab diyar kirin ku ziyana îsal ya hilberîna pembo gelekî mezin e û cotkar nikarin lêçûna ku pê zeviyên xwe yên pembo çandine ji hilberînê wergirin.
Ednan El-Ziyab got ku wan dermanên çandiniyê yên tirkiyê kirîne, lê ti sûd li berhema pembo nekiriye û hemû derman sextet derketine û vê yekê hişt ku lêçûna çandiniyê zêde bibe û barê cotkaran girantir bibe.
Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li gorî derfetan alîkariya beşê çandiniyê kir û semad û sotemenî da cotkaran. Komîteyê navendeke lêkolînan vekir da ku cûreyên tovê yên karibin li hemberî kurm û rewşên hewayê li ber xwe bidin, tesbît bike…ANHA

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.