Dilovan Kêfo/Amûdê
Şewata sînema Amûdê yek ji bûyerên herî bi êş di dîroka kurdan de ye ku di encamê de zêdeyî 200 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan. Şahidê bûyerê ku wê demê li sînemeyê hazir bû Mihemed Ebdulselam diyar kir ku dîmenên şewata hevalên wî ji mejiyê wî dernayê.
Di 13’ê Mijdara 1960’î de, bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bû şahidê kuştina zêdetir ji 200 kesî ku piraniya wan zarokên dibistanê bûn.
Kêliyên destpêkê yên şewata Sînemeya Amûdê
Ji bo pişgiriya Şoreşa Cezarê ya li dijî firansiyan, li Sînemeya Şarezad ya bajarê Amûdê filimê bi navê ‘Reşa nîvê şevê’ hat pêşandan, qaşo wê bi nirxê pilêtan piştgirya Cezayirê bikin. BI zorê xundekarên dibistana Seretayî ya El-Xezalî birin sînemayê. Temenê xwendekaran jî ne zêdiyî 12 salî bûn. Di dema pêşandanê de agir bi sînemayê ket û tê gotin ku çirûskek ji motorê derketiye û banê dar û kaş, dîwarên darîn û kursî zû şewitîn, ango her tişt tê de ji bo şewitandina bilez amade bû. Tiştê ku meselê dijwartir dikir qelebalixa mezin a zarokan bû, herwiha tenê dergehek hebû, ku ji ber qerebalixa zêde hat girtin û deriyê darê bilind li ser erdê girtî bû, ku zarok di hundir de asê mabûn. Xelkê bajêr qîrîna zarokan bihîstin û ji bo alîkariyê beziyan.
Yek ji sombolên sînemeyê Mihemedê Seîdê Deqorî
Yek ji lehengên vê bûyerê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bû ku bû xelaskerê gelek zarokan bû. Wî bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de hat xwarê û canê xwe ji dest da. Zarokên kû sax mane, hîn jî şopên şewatê li ser laşê wan hene. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê jî wek semboleke zilm û neheqiya li gelê kurd hîn jî her sal tê bibîranîn.
‘Agirê sînemayê hîn jî dilê min disoje’
Yek ji şahidê bûyerê ku di dema şewata sînemeyê de di nava zarokan de û ew kêlî jiyan kiriye welatiyê bi navê Mihemed Emîn Ebdselam ji Rojnameya me re axivî.
Mihemed Ebdselam bîranîna xwe ya herî bi êş wiha anî ziman: “Rêveberiya dibistana me ya ku wê demê navê wê El-Xezalî bû, ji me re got her yek ji we pereyan bi xwer bînin û tevlî temaşekirina fîlim li sînemayê bibin. Ji me re got ku ewê bi van pereyên me piştgiriya şoreşa Cezayir ya li dijî Firansiyan bikin. Em zarokên dibistanê gelekî kêf xweş bûn û me çilên xwe yên xweşik li xwe kirin ji ber ku em ê cara yekê herin sînemayê, lê belê mixabin me nizanî bû ku çûyîna me wê bibe karîsetek mezin. Di dema me li fîlim temaşe dikr agir û dûmaneke mezin rû da, pê re qîrîn û qerebalxa zarokan bilind bû. Sîneme bi giştî şewitî , di encamê gelek zarok şewitîn, hin ji ber dûmanê û dehfdanê fetisîn. ”
‘Zarokên Amûdê bûn kulîlikên buhişta Yezdan’
Mûhemed Emîn Ebdselam axaftina xwe wiha qedand: “Peyv tûne ye ku hestên di dilê min de şîrove bike û bêje. Ger ew zarokên hatin şewtandin, di roja me ya îro de saxbana; wê bajarê Amûdê pir zêdetir ji niha cuda ba. Lê ew bûn kulîlikên buhişta yezdan.”