Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê dêw û mirovan

13/11/2024
in ROJEV
A A
Şerê dêw û mirovan
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olçen

Dema behsa mirovahiyê tê kirin, pê re behsa civakîbûnê tê kirin. Civakîbûn rewşa beridîna mirovbûnê pênase dike. Em li kîjan dema dîrokê binêrin, em ê bibînin ku tekane pêdiviya mirov bi mirovek din heye. Mirov stare mirov e. Lê di vê serdema bêrehm û bêedalet a pergala serdest a cîhanê de destûr tiştek din e. Nîzama muesses dibêje; mirov gurê mirov e. Bi vî awayî mirovan ji hev dûr dikin. Wisa lê tînin ku mirov dema hev dibînin weke guran qîl û dîranên xwe ji hev re diqirçînin. Girêz bi devê wan dikeve. Ji bo vê destûrê li ser mirovahiyê ferz bikin jî radibin amûrên xwe yên teknolojîk, bi makyaj bi rêya ragihandina xwe ya şerê taybet 24 saetan dixin çav, guh, mêjî û dilê mirovan. Bombardûmaneke mezin a xerabiyê heye li ser hest, dil, hiş û aqil. Lê ya ku me mirov bihêle, civakîbûna me ye. Pêdiviya me bi hev heye. Tiştikên din giş ji bo xapandinê tîtik û pêlîstokên serdestan e.

Bînin ber çavê xwe, hût û dêw şerê mirovan dikin. Di destê wan de ji girsbûna wan wê de gelek alav û amûr jî hene. Di vir de pirsa girîng ev e; Mirov wê çawa zora hût û dêwan bîne? Heke ji bo têkbirina wan dêw û hûtan, em alav û amûrên wan bi kar bînin û em zora wan bibin, li wê derê ya ku têk biçe bi rastî jî wê hût û dêw bin yan ya ku bi ser keve wê hûtbûn bixwe be. Pirseke dijwar e bi rastî jî? Niha hût û dêwên vî zemanî bi hemû alavên xwe yên teknolojîk, konvansiyonel, heta bi bedîl û qrawatên xwe, bi qesr û qonax, bi xan û manên xwe êrişî me dikin. Li Kurdistanê êrişî me dikin, li çolên amazîxan êrişî me dikin, li Baskê êrişî me dikin li Amerîkaya Latîn, li Afganstan li dertayên dûr, li pişt çiyayên bilind êrişî me dikin. Dixwazin kok li mirovbûnê biqelînin. Em heqê wan jî nexwin, ev dêw û hût heta qonaxekê em êşandine. Lê hêj nekarîne me têk bibin.

Lazim e em li sedema vê jî bipirsin. Ew hût û dêw in, bi qewet û girs in, dirinde ne. Lê çawa nekarîne di vî şerê bi hezarê salan de mirovan têk bibin? Ji bo demên bihûrî zanîna min têrê nake ez bersiveke ku dilê me hênik bike, bidim. Lê ji bo vî zemanî, fikrekî min, bersiveke min heye. Bi qasî zanîna xwe dikarim bibêjim ku îlm û feraseta Rêber Apo, paradîgmaya wî ya neteweya demokratîk ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinê, hêz û qewetê dide mirovên Kurd. Bi saya vê hêz û qewetê hût û dêw nekarîne heta îro mirovên Kurd têk bibin. Kurd bi vê îlm û ferasetê di şerê bi hût û dêwan re mirov man û nehêlan hûtîtî û dêwîtî bi ser keve.

Lê em hema nebêjin hût û dêw û derbas nebin. Ew jî candarên xwedan aqil û qabîlyetê ne. Ji despêka dîrokê ve hene, ji bo serdemê rengê xwe, zimanê xwe, şek û şemala xwe diguherînin. Heta car bi caran dikevin postê mirovan jî. Dem ewqas bi mij û moran e. Erê rast e reş û spî kişf e lê dîsa jî ji bo biserketina mirovatiyê pisporî lazim e, şêwr û mişêwr lazim e. Yekîtî, tifaq û rêxistin lazim e. Ji her tiştî zêdetir şidandina ref û sefên mirovan lazim e. Em çiqas bikaribin mil bidin hev em ê ewqasî dêw û hûtan qels û jar bikin. Em ê ewqas bikaribin qîl û diranên wan hil bikin.

Ji bo em bikaribin derbekî mirovî li dêw û hûtan bidin ji her demê zêdetir girîngiyê bidin rêxistibûna mirovan. Çare, xelasî û rizgarî bi rêxistibûnê wê çêbibe. Hingê em ê bikaribin bi Mirovê Azad bi Rêber Apo re li Kurdistana azad, li Rojhilata Navîn a demokratîk bi gel û cîranên xwe re jiyaneke nû pêş bixin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.