Birûc Resûl/Qamişlo
Beriya darvekirinê gotina Seyid Riza ya dawî ev bû: “Min nikarîbû bi derewên we re mijûl bibim, bila ev ji min re bibe derd, lê min jî, serî li ber we netewand, bila ev ji we re bibe derd.”
Bi ser darvekirina Serokê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê Îvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa û Resik Ûşen. Seyîd Riza û hevalên wî yên di encama dadgeheke derveyî qanûnê ku di bin kontrola Îhsan Sebrî Çaglayangîl ê bi peywireke taybet di 15’ê Mijdara 1937’an de ji Enqereyê hatin şandin ve li Qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, li cihekî ku kesek nizane hatin veşartin. Li gel hemû hewldanên malbat û xizmên wan dewletê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî aşkera nekirin.
Piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji bo Dêrsimiyan rojên sirgunê dest pê kirin. Di komkujiya ku gelê Dêrsimê weke “tertele” bi nav dike, li gorî hejmarên fermî di sala 1937’an de hezar û 737, di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî lêkolînerên dîrokê û gelek çavkaniyan di komkujiyê de bi hezaran zarok, pîr û jin nêzî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Dîsa bi deh hezaran kes hatin koçberkirin. Zarokên keç ên ji malbatên wan hatin stendin, radestî leşkeran hatin kirin.
Dewleta Osmaniyan piştî Komkujiya Koçgirî ji bo Dêrsimê pêvajoyeke biplan daye destpêkirin ku di çarçoveya planên hatin kirin de Seyîd Riza û kesên pêşeng di 15’ê Mijdara 1937’an de hat darvekirin. Kesên hatin qetilkirin 70 kes jî avêtin girtîgehê lê heta niha jî derbarê kesên girtî de tu agahî nehatine bi destxistin. Lê, ev rewş di sala 1937’an neqediya, di sala 1938’an vegeriya qirkirinekê.
Polîtîkaya dewletê
Qirkirina Dêrsimê bi darvekirina Seyîd Riza û kesên pêşeng ve nehat plankirin, plan beriya darvekirinan hatibû kirin. Polîtîkayeke qirkirinê hebû û gav bi gav hat pêkanîn. Darvekirina Seyîd Riza û pêşengên din di çarçoveyekê planekê û bi gotina ’em tenê li dijî hin kesan operasyonan dikin, em tiştekî gel nakin’ rêbazeke mijûlkirinê pêkanîn. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve ser qirkirinê bû û ev plan weke polîtîkaya dewletê ket meriyetê. Di komkujiyekê de wateya kuştina temamî gelekî an jî beşeke wî nîne. Li gorî hejmarên fermî 15 hezar mirov hatin qetilkirin, lê di xebatên têkildarî Dêrsimê hatin kirin de tê payîn ku nêzî 70 hezar mirov hatine qetilkirin.
Qirkirina çandî
Qirkirin hêj didome. Di sala 1994’an de nîviyê gundên Dêrsimê hatin şewitandin û valakirin û bidarêzorê koçberkirin çêbû. Di roja me ya îro de, hewildanên politîkaya bişaftinê gihiştiye asta herî jor. Yek jê xebatên li dijî baweriyê ne. Hewl tê dayîn ku baweriya Dêrsimê di nav xwezayê de dimeşîne, îro bi têkiliyên sazitiyê tê bişaftin. Li aliyê din erdnîgarî di nav bendavan de fetisî. Pêşiya ciwanan tê vekirin ku tiryakê bikarbînin û ji ser hişê xwe biçin. Ji ber vê yekê dema em lê dinêrin êdî mîrateya çandî, hişmendiya dîrokî nayê veguhestin.
Hikûmeta xapînok!
Di sala 2011’an de serokwezîrê wê demê ya Dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokên Bajêr a Berfireh a AKP’ê de li ser qirkirina Dêrsimê wiha axivî; Rapora Dersimê ya ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ve hatiye amadekirin nîşan da û agahiyên li jor piştrast kir û CHP jî bi serdemê sûcdar kir. “Eger li ser navê dewletê lêborînek were xwestin, ger leyistokek wiha hebe, ez lêborîna xwe dixwazim.” “Dêrsim felaketeke ku li benda ronîkirinê ye” lê; Ji bo lêborînê were dîtin heta îro tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê piştî 8 rojan, ew hemû hatin darvekirin. Seyîd Riza beriya darvekirinê peyama wî a dawî ev bû: “Ez niha 75 salî me. Ezê bibim Şehîd û tevlî Şehîdên Kurdistanê bibim. Dêrsim winda kir, lê Kurd û Kurdistan wê bi ser bikevin. Ciwanên Kurd wê tola min hilînin. Bi vî awayî merivên zalim wê bimirin, merivên xerab û xapînok jî wê bimirin. “Min nikarîbû bi derewên we re mijûl bibim, bila ev ji min re bibe derd, lê min jî, serî li ber we netewand, bila ev ji we re bibe derd.”
Piştî şehadeta wî saleke din berxwedan berdewam kir. Lê hovîtiya ku li Dêrsimê hat kirin, jin û zarok ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin, dawî li leşkerên serhildanê anî. Li gorî raporên fermî, zêdeyî 10 hezar sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 11 hezar kes jî hatin koçberkirin û ev parêzgeh ji niştecihên wê hat valakirin. Gelek serhildêrên ku teslîm bûn hatin îdamkirin û jin û zarok bi saxî hatin şewitandin. Bi giştî 40 hezar Kurd hatin kuştin.