Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi qirkirina siyasî îradeya gel desteser bike

13/11/2024
in ROJEV
A A
Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi qirkirina siyasî îradeya gel desteser bike
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Parlementera DEM Partî ya Merdînê Salîha Aydenîz diyar kir ku rêbazê bikaranîna qeyûman binpêkirina mafên hiqûqî ye û wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr û dûr dikin.”

Desthilata  AKP-MHP ‘ê qeyûm avêtin li ser  Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê  û  şaredarîyên Êlih û Xelfetîyê. Bi darê zorê ji kar avêtina şaredarên hilbijartî û danîna qeymeqam li şûna wan, nîşana rejîmeke zordar e ku guh nade îradeya gel. Ew dixwezin bi reya qeyûman îradeya gel kelepçe bikin û tune bikin.

Divî çarçoveyê de parlementera DEM Partî ya Merdînê Salîhe Aydenîz ji rojnameya me re axivî.

‘Qeyûm binpêkirina mafên hiqûqî ye ‘

Salihe Aydenîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya qeyûman û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2016’an ve polîtîkaya qeyûman xistiye dewrê û dixwaze vê polîtîkaya xwe bidomîne. Li ser vê domandina polîtîkaya qeyûman carek din awir zivirîn ser pêkanînên qeyûman. Dîsa li ser daxwaz û fermana desthilatdariyê qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê. Qeyûm tê wateya desteserkirina îradeya gel. Rêbaza bikaranîna qeyûm binpêkirina mafê hiqûqî ye. Hiqûqê binpê kirin e. Bi tayînkirina qeyûman neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr û dûr dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em dibînin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd çi ye. Dij derketina qeyûm daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd e. DEM Partî ji bo her kesî çareseriya demokratîk dixwaze. Em ji bo demokrasiyê û aştiyê dixebitin û têdikoşin. Aştî sedema hebûna me ye. Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe. Êdî bes e we xwe xapand, gelê kurd wê serê xwe netewîne.”

‘Dewleta Tirk bi darê zorê îradeya gel  desteser dike’

Salîhe da zanîn ku ev cara sêyemîne ku gel hilbijerên xwe yên şarederiyan bi aweyek demokrasî dike û wiha domand: “Dewleta Tirk û desthilata AKP- MHP’ê bi sindoqan nikarin li Kurdistanê meşruyetê pêk bînin, bi darê zorê û bi zagonên xwe îradeya gele kurd xesp dike. Dema ku îradeya gele kurd xesp dikin hertim behsa hiqûq  û darizandinê dikin. Ji bo ku  ji aliye hiqûqî ve qeyûm bavêjin ser şarederiyan gotineke şênber nehatiye kirin, ev jî nîşan dide ku derbeyek siyasî ye. Niha li Tirkiyê ti wateya sandoqan nemaye.”

‘Qeyûm nenaskirina sendoq û îradeya gele’

Salîhe wiha domkir”Desthilata AKP’ê 8 salin bi qayûman rantekî mezin pêk tînin walî û qaymaqam bi rêya qeyûman dixwazin îradeya gele kurd bişkînin. Li tirkiyê  di rapora saziya sayîştay de jî ev eşkere bû di hilbijartinê heremê yen 2024 an de îktîdara  AKP’ê hijmareke mezin hundakir û şarederî ji destê wan çû,  ji bo ku vî ranta xwe bi derdorê xwe berdevam bike qayûm avêt mesela qeyûmê mesala ne naskirina sandoq  û îrada gele. Lazime gele me di tekoşîn u berxwedana xwe xurtir bikin ne tene gelê kurd lazime hemû gele tirkiyê jî  li hember polîtîkayên dewleta tirk dengê xwe bilind bike ji bo îktîdara ku meşruhiyeta wî nemaye were hilweşandin.

‘Li Tirkiyê hiqûq nemaye’

Salîhe wiha anî ziman û got ” Te gotin ku li tirkiyê hiqûq heye mixabin îro ji bo gelê kurd tevahî hiqûq nemaye lê belê li hember gelê kurd bi awayek zelal hiqûqa kolonyalîzmê te karanîn li ser darizandinê qayûm avêtin vî nîşandide, pir rihet ji xwe re gerekçeyan çêdikin  û navî dibêjin hiqûq û qanûn li ser vî qanûnê polîtîkayên kolonyalîzmê didomînin, li bakur şerê taybet  şewitandina daran kuştin û tecawûzên jinan nêzîkatiya li hemberê ciwan û jinên kurd û polîtîkayên şerê taybet vana hemû bi kîjan hiqûqê li hember kurdan pêk tînin ev pir zelal dide nîşandan. Dewleta tirk li hemberê gelê kurd di qanûna kolanyalîzmê de bi israre.”

‘Gelê kurd di tekoşîna xwe de bi israre’

Salîhe di dawiya axaftin xwe de wiha got “Ji ber ku gel xwedî li vîna xwe derdikeve û li ser pêyan e îktîdar  winda dikin. Ev zexta qeyûm ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû Tirkiyeyê hatiye kirin û êrîşek li dijî pergala me ya hevserokatiyê ye jî. Pergala hevserokatiyê hebûna jiyanê bi xwe ye. Desthilatên heyî bi tunehesibandina hevserokatiyê di rastiyê de jiyanê bi xwe tunedihesibîne. Em tayînkirina qeyûman nasnakin û em ê di hemû qadên jiyanê de li dijî vê yekê têbikoşin. Li hemberê van polîtîkayên ne naskirina gele kurd û îradeya gelê kurd û ne wekheviyê lazime gelê kurd û gelê tirkiyê bi hevdûre tekoşîna xwe mezin bike û vî îktîdarê û sîstema sedsala a dewletê wî aniye asta xilasbuyînê, pêwîstî bi vegûherandina sîstema sedsalî heye mesela me mesala sîtemêye sîstema îtîhat terakî yê ye di sedsaliya cûmhuriyetê de lazime cumhuriyet bi demokrasiye re were ba hevdû û li gor vî zagon werin derxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.