Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê li ser rêya Mam Zekî bimeşin

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Em ê li ser rêya Mam Zekî bimeşin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê dan û diyar kirin ku ew ê li ser mîrasa ku Mam Zekî hiştiye têkoşînê bilind bikin.
Hikûmeta AKP’ê ji bo desthilatiya xwe li ser piyan bigire, polîtîkaya xwe ya şer a li dijî Kurdan de berdewam dike. AKP ku niha Tirkiye xistiye nava krîzeke aborî ji bo van binkeftinên xwe veşêrê roja 15’ê Tebaxê êrîşê Şengalê kir û di encam de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû. Jinên ji Şengalê, Qendîlê û ji Rojhilatê Kurdistanê êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê rêya têkoşînê ya Mam Zekî berdewam bikin û dijminê xwe kêyfxweş nekin.
Sara Şengalî: “Ez rêheval Zekî ku di encama sûîkasta dewleta Tirk de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tinim. Ez ev êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya nokeran pêk aniye şermezar dikim. Nirxekî cûda yê Mam Zekî ji bo Êzidiyan heye. Xwestin di şexsê Mam Zekî de femraneke din a nû li ser Êzidiyan pêk bîne. Lê, divê dijmin bizanin ku emê li ser rêya Mam Zekî bibin lehî û biherikin. Em ê şîna wî vegerin têkoşîn û berxwedanê.”
Xane Sor: “Dewleta Tirk ku afrînerê DAIŞ’ê ye, bi dûbarekirina komkujiya Şengalê hewl didin me bi tirsînin. Wê gelê Êzidî ji van êrîşan ne tirsin. Em ê weke jinên Êzidî parastina xwe bikin û xwe bi Sîstema Xweser a Demokratîk bihêz bikin.”
Azeta Egîd: “Xwestin di roja vejîna Kurdan 15’ê Tebaxê de bi êrîşa li ser Şengalê re derbeyek li vê rojê bixin. Mam Zekî di êrîşa dagirkeran de şehîd bû. Em ê van planên qirêj li çar parçeyên Kurdistanê têk bibin. Em ê di rêya Rêber Apo û Mam Zekî de biçin û dijminê xwe qet kêyfxweş nekin. Bêdengî û bê helwestiya hikûmeta Iraqê lanet dikim.”
Siwêyda Resûl: “Wê êrîşên dewleta Tirk me qet ne tirsîne. Di bombebaranên Qendîlê zevî û baxên me zirer dîtin. Divê em li dijî ev êrîşên li ser axa Başûr, hev bigirin. Ez ji vir bang li dijmin dikim, em natirsin, em ê di rêya şehîdan û Rêber Apo de bimeşin. Em ê bi ew mîrasê ku Mam Zekî ji me re hiştiye têkoşînê bilind bikin.”…
ROJNEWS

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.