Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampa Holê; Xeteriya jinûvezindîkirina hişmendiya DAIŞ’ê  

12/11/2024
in NÛÇE
A A
Kampa Holê; Xeteriya jinûvezindîkirina hişmendiya DAIŞ’ê  
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê, bi hezaran malabatên çeteyan li Kampa Holê hatin bicihkirin, lewra ev kamp bû kampa herî xeternak ya cîhanê. Ji ber wê QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundrîn li dijî vê xeteriyê operasyonên elehiyê lidar dixin. Herî dawî jî di 5’ê Mijdara 2024’an de pêngava bi navê ‘Ewlehiya Domdar’ hat lidarxistin.

Di sala 2019’an de piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê li ser destê şervanên QS û YPJ’ê, Bi hezran  malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku wekî kesên herî xeternak li ser mirovahioyê ne li  kampa Holê hatin bicihkirin. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya bangên wê ji tevahiya welatên cîhanê re ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigrin jî, lê ev yek pêk nehat û kombûna van malbatên çeteyan di kampê de bû xeteriyeke mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê. Herwiha li vê kampê jimareke mezin ji welatiyên Iraqî û koçberên Sûrî jî lê bi cih dibin.  Ewlehiya Kampê jî ji aliyê Ewlehiya Taybet ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên hevpeymanî ve tê rêvebirin. Li gorî amarên fermî jimarê kesên di kampê de, 43 hezar û 477 kes, ji wan jî 12 hezar û 101 jin û zarokên çeteên DAIŞ’ê. Ev malbatên çeteên li kampê herdem dibin cihê xeteriyê li ser tevahiya cîhanê, ji ber ew hewil didin ku hişmendiya DAIŞ’ê belav bikin û zarokên xwe li ser vê hişmendiyê mezin û perwerde dikin.

Li hemberî vê xeteriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên xwe yê ewlehî û leşkerî oprasyonên ewlehiyê li dijî vê xeteriyê li dar dixe û planên çeteên DAIŞ’ê dibe.

Pêngavên ewlehiyê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê hatine lidarxistin wiha ne:

1-Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

28’ê Adarê 2021’an de hemleya destpekê ya bi navê Pêngav Mirovî û Ewlehiyê de tevlîbûna hêzên ewlehîyê destpê dike. Di vê pêngavê de ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya hêzên QSD, YPG, YPJ’ê 5 Hezar endamên ewlehiyê yê Bakur û Rojhilatê Suriyê tevlî bûn.  Ev pêngave bi 2 qonaxan berdewam kir. 121 kes, di nava wan de 15 jin ku endamên rêxistina DAÎŞ’ê ne hatin girtin, her wiha 16 tûnel ku şaneyên DAÎŞ’ê ew ji bo veşartin û revê ji kampê bi kar dianîn hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tûnelan bi kar dianîn hatin desteserkirin. 119 kampên ku DAÎŞ’ê ji bo perwerde, dadgehên şerî, êşkence û kuştinê bi kar dianîn ji holê hatin rakirin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên navbera wan şaneyan de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin. Di encama kuştin û hewldana kontrolkirina kampê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêvajoya yekemîn a ‘Pêngav Mirovî û Ewlehiyê’ di 28`ê Adara 2021`an de da destpêkirin. Pêngav 5 rojan dewam kir û 2`yê Nîsanê bi dawî bû. Zêdetirî 5 hezar şervanên hêzên beşdar, tevlî pêngav bûn.

2-Pêngav Mirovî û Ewlehiyê (Qonaxa 2’emîn)

Ji destpêka 2022`yan ve û heta 25`ê Tebaxa 2022`yan, şaneyên DAIŞ`ê û malbatên wan 43 êriş kirin. Di wan de 44 niştecihên kampê bi kêr, tiving, debançeyên bêdeng hatin kuştin. Ji wan 14 jin û 2 jî zarok bûn. Termên wan qurbaniyan diavêtin kanalîzasyonê ji bo ku kiryarên terorî veşêrin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê 13 caran hewl da niştecihên kampê birevînin. Kon tevî niştecihên wê bişewitînin, alîkariyên mirovî û tenduristiyê û xizmetguzariyê jî telef bikin. Tevliheviyê çêkin û sûra li dora kampê rakin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêvajoya duyemîn a pêngav di 25`ê Tebaxa 2022`yan de da destpêkirin ku 24 rojan dewam kir.

Hêzên di wê pêvajoyê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAIŞ`ê yên ku fikrê tundraw fêr dikirin tune kir, gelek jinên DAIŞ`î yên xetere ku di wê demê de endam di nava kampê de perwerde dikirin, sûc li dijî niştecihên kampê kirine, girtin. Her wiha hêzê li dijî koma “Hisbê û Eşbalên El Xîlafe” pêngav li dar xist, gelek berpirsên wê girtin.

Di lêpirsînên wê demê de hate diyarkirin ku 3 jêderên çekan ên DAIŞ`ê hene, ya yekemîn destê hin karmendên rêxistinan tê de heye, bi taybet ‘Rêxistina Bihar’ ku çek û pere derbasî kampê dikirin û revandina endam û çeteyên DAIŞ`ê hêsan dikir. Jêdera duyemîn jî çekên ferdî û bombe ne ku hevserên çeteyan û zarokên wan di nav cil û bergên xwe de vedişartin dema ji Baxozê reviyan. Jêdera sêyemîn jî, DAIŞ`ê derfetên ji rêxistinan re hatine pêşkêşkirin, bi kar anîn û amûrên tûj wekî xencer, kêr, bato û amûrên îşkencekirinê çêkirin û pê niştecihên kampê tirsandin û ew neçarî radestîyê kirin. Di wê pêvajoyê de, YPJ`ê 2 jinên ciwan ên êzidî ji destê jinên DAIŞ`ê xilas kirin û birin cihekî ewle. YPJ`ê, 4 jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û îşkence li wan hatibû kirin, xilas kirin. Her wiha di pêvajoya duyemîn de, 226 kes hatin girtin. Di nava de 36 jin hebûn ku tev li bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn. 25 tunel û xendek hatin dîtin û gelek çekên navîn û sivik hatin desteserkirin.

3- Ewlehiya Domdar

Ji bona paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê 5’ê Mijdara 2024’an pêngavek bi navê Ewlehiya Domdar hat destpêkirin. Hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyanîyeke bi niviskî destpekirina pêngavê ragihandin. Pêngav ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD, Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komek ji Îstixbarata Iraqî û bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hate destpêkirin Ev pêngav hat payin ku di demijmira 10 rojan dê berdewam bike.

Di roja yêkemîn ya pêngavê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˋê odeya pêngavên hevbeş bi navê Pêngava ˋEwlehiya Domdarˋ li kampa Holê û dora wê daye destpêkirin, hêzên hevbeş heta niha nêzî 20 çete ji şaneyên DAIŞˋê girtin, yek jî hat kuştin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Operasyona ewlehiya domdar ya ku 6’ê mehê li bajarê Holê û gundewarên wê yên aliyê Bakur û Başûr hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de didome. Di van du rojan de gelek çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin û amûrên leşkerî hatine desteserkirin. Dema ku çeteyekî hewl da ku êrîşê li ser şervanan bike, yekser mûdaxele lê hate kirin û ev çete hate bêbandorkirin. Hêzên ku beşdarî operasyonê bûne dan diyar kirin ku hetanî ewlehiya herêmê nekeve bin kontrolê, dê operasyonên wan bidomin.

Hêzên pêngavê di roja sêyemîn de bajarê Holê û derdorên wê, beşeke mezin ji kampê paqij kirin. Di lêgerînê de 16 çeteyên şaneyên rêxistina terorîst hatin girtin û hejmareke çek, cebilxane û pêdiviyên leşkerî jî hatin desteserkirin. Her wiha di nava kampê de 2 xendeqên veşartina çek û çeteyan hatin dîtin. Di pêngava lêgerînê de, endamên şaneyên rêxistina terorîst hewl da birevin û biçin beşên din ên kampê, lê hewldanên wan hatin pûçkirin û terorîst hatin girtin.

Operasyona Ewlekariya Domdar roja 6ê Mijdarê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve li kampa Holê û derdora ve hat destpêkirin. Pengava 4 rojan de 73 çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wê hatine girtin. Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlometre li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.